01:24 20 Hezîran 2018
Konstantîn Kosaçev

Kosaçev: Biryara Trump a taloqkirina hevdîtina Koreya Bakur derbe li îstiqrarê da

© Sputnik / Alexander Shalgina
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Senatorê rûsî Konstantin Kosaçev diyar kir ku biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo taloqkirina zîrweya li Koreya Bakur, piştî vekişîna ji peymana nukleerê ya Îranê, li dijî îstiqrara kureyî bû derbeya duyem.

Serokê Komîteya Peywendiyên Derve yê Konseya Federasyona Rûsyayê Konstantin Kosaçev di hisabê xwe yê Facebookê de li ser biryara Trump a ji bo taloqkirina zîrweya li Koreya Bakur daxuyaniyek parve kir.

Kosaçev di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin, "Biryara Trump a ji bo devjêberdana zîrweya li Koreya Bakur, bêguman piştî vekişîna ji peymana nukleerê ya Îranê, li dijî çareseriya aştiyane û îstiqrara kureyî bû derbeya duyem."

Li ser biryara Donald Trump a taloqkirina hevdîtina roja 12ê Hezîranê ya ligel Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un senatöre rûsî Klintseviç jî nirxandinek kir.

‘DERFETEKE DIN ÇÊBIBE AN NA, GER ÇÊBIBE JÎ DÊ KENGÎ ÇÊBIBE, TI KES NIZANE'

Cîgirê Serokê Komîteya Parastin û Ewlekariyê ya Konseya Federasyona Rûsyayê Frants Klintseviç jî li ser biryara Trump a ji bo betalkirina hevdîtina ligel Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un got, dibe ku derfeta lihevkirinê ya di navbera Koreya Bakur û Başûr de têk biçe û piştî ultîmatoma li dijî Îranê girtina vê biryarê, endîşeyê dide.

Klintseviçbi rêya ofîsa çapemeniyê daxuyaniyek belav kir û got, "Bi vî awayî di warê lihevkirinê de dibe ku derfeteke baş têk biçe û derfeteke din wê peyda bibe an nebe, ger peyda bibe jî ev dê kengî bibe, ti kes nizane. Piştî ultîmatoma Amerîkayê ya li hemberî Îranê bi taybetî pêkhatina vê rewşê, endîşeyê dide."

Senatorê rûsî herwisa derbirî ku Amerîkayê bi vê helwesta xwe nişan da ku ew bi qasî qiruşekî jî qîmetê nade hevkarên xwe yên Koreya Bakur û Japonyayê.

 

Bi heman mijarî:

Trump hevdîtina xwe ya ligel serokê Koreya Bakur taloq kir
Ûkraynayê ji bo organîzekirina hevdîtina Poroşenko û Trump pere dane parêzer
Xamaney: Wê aqûbeta Trump jî wekî ya Reagan û Bush be
Trump: Sîxûrê di barêgehê de jî `lihevkirina nepenî ya bi Rûsyayê re` peyda nekirîye
Trump: Dibe ku zîrweya Koreya Bakur were paşxistin
Etîketan:
Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê, Cîgirê Serokê Komîteya Parastin û Ewlekariyê ya Konseya Federasyona Rûsyayê, Frants Klintseviç, Konstantin Kosaçev, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de