18:56 23 Hezîran 2018
Rûsya: Yûliya teksteke berê nivîsandî dixwîne, em dixwazin rasterast wê bibînin

Rûsya: Yûliya teksteke berê nivîsandî dixwîne, em dixwazin rasterast wê bibînin

© REUTERS / Dylan MARTINEZ
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Yûliya Skrîpala ku bi bavê xwe re hatibû jehrîkirin duh bo cara yekem daxuyanî û dîmen dan Reutersê. Balyozxaneya Rûsyayê ya Bîtanyayê ragihand ku têkilîdarî cihê ku Yûliyayê daxuyaniyên xwe lê dane, nîgeranî hene. Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku eşkere ye ku Yûliya tekstekê dixwîne ku berê hatiye amadekirin.

Yûliyaya ku li Salisburyê li gel bavê xwe Sergey Skripalî hatibû jehrîkirin û piştî pêvajoya dermankriinê bo cara yekem ji çapemeniyê re axift û dîmenên wê hatin girtin. Balyozxaneya Rûsyayê ya Brîtanyayê di malpera xwe de daxuyaniyek derbarê daxuyaniyên Yûliyayê de weşand û li gorî wê daxuyaniyê, berdevkê çapemeniyê yê balyozxaneyê gotiye, "bi vê vîdeoya hatiye weşandin, nîgeraniyên me yên li ser cihê Yûliya lê hatiye girtin xurttir bûn. Gelekî eşkere ye ku Yûliya teksteke berê hatiye amadekirin dixwîne. Herwiha eger em ji gelek aliyan ve binirxînin jî, tê dîtin ku axiftin wergereke ingilîzî ye û ji aliyê kesekî ve hatiye amadekirin ku zimanê wî yê dayikî ingilîzî ye."

"EM DIXWAZIN QANÎ BIBIN KU NE DI BIN FIŞARÊ DE EV DAXUYANÎ DANE"

Berpirsyariya Brîtanyayê ye ku derfeta bide me ku em rasterast wê bibînin da ku em qanî bibin ku Yûliya ne bi zorê hatiye girtin û ew daxuyanî ne di bin fişarê de dane. Niha jî hemû palpiştên me hene ku em berovajî wê bawer bikin."

"EM NE PIŞTRAST IN KU YÛLIYA BI VIYANA XWE YA AZAD DIAXIVE"

Berdevkê Kremlinê Dmitriy peskov jî got ku em ne piştrast in ku Yûliyayê ew daxuyanî bi viyana xwe ya azad dane yan jî di bin fişarê de ye.

Peskov li Foruma Aboriyê ya Navneteweyî ya St. Petersburgê (SPIEF) bi televizyoan rûsî NTVyê re axift û got, "Brîtanya heta niha li gorî Konvansiyona Viyanayê tevnegeriyaye. Hîn jî rê bi dîplomatên rûs nehatiye dan ku xwe bigihînin Yûliya Skripal. Em ne piştrast in ka Yûliya bi viyana xwe ya azad diaxive yan jî fişar li ser heye."

DOTMAMA YÛLIYAYÊ: DIYAR E KU DI BIN FIŞARÊ DE DIAXIVE

Birazaya Sergey Skrîpal û dostamam Yûliyayê Viktoriya Skripal daxuyaniyên wek ên balyozxaneyê dan. Hevserê Viktoriya Skrîpalê, Arseniy Elifantyevî ji Sputnikê re got, "min vîdeo nedît, lê Vîkotriyayê dît. Dibêje ji vîdeoyê tê fêmkirin ku Yûliya di bin fişarê de ye û tekstekê dixwîne."

Yûliya Skrîpala ku bi bavê xwe re hatibû jehrîkirin duh bo cara yekem daxuyanî û dîmen dan Reutersê
© REUTERS / Dylan MARTINEZ
Yûliya Skrîpala ku bi bavê xwe re hatibû jehrîkirin duh bo cara yekem daxuyanî û dîmen dan Reutersê

DAXUYANIYÊN YÛLIYAYÊ

Li gorî roprtaja Reutersê weşandiye, Yûliyayê spasiya balyozê rûsî kiriye ku piştgirî dayiyê lê got, naxwaze ku sûdê ji vê piştgiriyê bike.

Yûliyayê gotiye, "spasiya balyozxaneya rûsî ji bo pêşniyara wê dikin. Lê ez niha naxwazim ji van xizmeta sûdê werbigirim. Wek min di daxuayniya xwe ya berê de gotiye, ez dubare dikim: Kes ne li ser navê min diaxive û ne jî li ser navê bavê min."

"HÊVÎ DIKIM VEGERIM RÛSYAYÊ"

Yûliyaya ku welatiya Rûsyayê ye, diyar kir ku dixwaze vegere welatê xwe û wiha dewam kir: "Ez dixwazim alîkariyê bikim da ku bavê min bi temamî baş bibe. Ez hêvî dikim ku li ser asta demdirêj vegerim welatê xwe. Şensê me heye ku em ji vê hewla kuştinê filitîne. Dermankirina me bi êş û hêdî bû. Rewşeke tirsnak e ku gaza sînîran di bûyerê de hatiye bikaranîn. Jiyana min serobino bû. Ez spasiya personelên nazik û bêhempa yên nexweşxaneya Salisburyê dikim. Herwiha spasdarê wan kesan im ku roja êrîşî alîkariya me kiriye."

Nameya bi destxeta Yûliyayê ya ku rewşa xwe ya li Brîtanyayê vedibêje
© REUTERS / Dylan MARTINEZ
Nameya bi destxeta Yûliyayê ya ku rewşa xwe ya li Brîtanyayê vedibêje

HÛRGILÎ DERBARÊ PÊVAJOYA DERMANKIRINÊ DE NEDAN

Yûliyayê diyar kir ku naxwaze hûrgiliyên derbarê pêvajoya dermankirinê de bide û got, "Ez 3ê Adarê hatim Brîtanyayê ji bo serdana bavê xwe bikim û ev tiştekî wiha bû ku min bi awayekî mintezem berî niha jî dikir. Piştî ku ez 20 rojan di komayê de mam, ez bi nûçeyên ku em herdu hatine jehrîkirin şiyar bûm."
Herwiha Yûliyayê dem û mehremiyet ji bo xwe û bavê xwe xwest da ku baş bibin. Yûliyayê got, "Ji bo ez vê daxuyaniya kurt bidim, min xwest ku navberekê bidim tedawiyê. Ez ji her kesî tika dikim ku rêzê li mehremiyeta min û bavê min bigirin. Ji bo em baş bibin û meseleyê fêm bikin, pêwîstiya me bi demê heye."

Berî niha jî polîsan daxuyaniyên Yûliyayê ragihandibûn. Yûliyayê meha Nîsanê di wan daxuyaniya xwe de gotibû ku kes li ser navê wan naaxive û xizmetên balyozxaneyê red kiribûn.

BIKARHÊNERÊN TWITTERÊ BÛYER NIRXAND

Bikarhênerên Twitterê wêneyên Reutersê belav kirin nirxandin û wan got ku kêfxweş bûn ku Yûliya baş bûye. Hinekan bal kişand ser şûna birîna di qirika wê de.

Bikarhênerên medyaya civakî şûna birîna li qirika Yûliyayê nirxand
© REUTERS / Dylan MARTINEZ
Bikarhênerên medyaya civakî şûna birîna li qirika Yûliyayê nirxand

Bikarhêneran pirsî bê gelo ew şûn ji ber emeliyatekê ye ku ji ber gaza sîniran pêk hatiye yan na.
Bikarhênerê bi navê *Qoppa* pirsî, "Min herdem guman kir bê gelo noviçok(Navê A-234ê yê ku ji aliyê Londonê ve tê bikaranîn) gazeke taybet e yan na. Wisa diyar e ku dibe sedema ku zengelork an jî binê zengelrokê were emeliyatkirin."

Bikarhênerê bi navê Charles Shoebridge jî diyar kir ku Reutersê berisvên Yûliyayê yên li ser birîna qirika wê jê teksta orjînal biriye.

​Shoebridge di peyameke xwe ya din de got, "dibe daxuyaniyên Yûliya Skrîpalê bi temamî jîr bin. Lê ev daxuyaniyên ku provaya wan hatiye kirin, bi heman awayî eger ji aliyê welatiyekî li Rûsya, Sûriye yan Brîtanyayê wenda bûye bihatina dan, çapemeniya brîtanî û amerîkî dê îdîa bikira ku rasterast di bin fişarê de diaxive."

GELEÎ REHET DIXUYÊ

Bikarhênerê bi navê Jurisî jî bal kişand ser wê yekê ku Yûliya berî kişandinê gelekî rehet dixuyê.

​Herwiha bikarhênerê bi navê Devutopia diyar kir ku rayedarên brîtanî berî niha gotibû ku dê Skrîpalan bibin cihekî ewle lê gava mirov li cihê kişandina dîmenan dinere, dibîne ku ew daxuyanî prolekirin in.

​Michael Topic jî got ku nabe Yûliya di naveneda pêşbirka siyasî de were rûniştandin.

YÛLIYA DIBÊJE KU DIXWAZE VEGERE WELATÊ KU EW JEHRÎ KIRINE

Rachael Swindon got, "Yûliya Skrîpal dibêje ku dixwaze vegere wî welatî yê ku Theresa Mayê dibêje, wî hewl daye wan bi xurttirîn çeka tê nasîn bikujin. Xwezî her kes wek Yûliyayê bexşîner bûya."

Bi heman mijarî:

Rûsyayê hemû balyozên rûsî ji bo bûyera Skrîpal vexwendin Moskowê
Awusturya: Londonê li ser bûyera Skrîpal fişara dîplomatîk li ser me kir
Wezareta Rûsyayê di derbarê bûyera Skrîpal de 14 pirs ji Brîtanya kir
Etîketan:
Vîktoriya Skrîpal, Yûliya Skrîpal, Sergey Skrîpal, Salibury, Sûriye, Brîtanya, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de