00:55 20 Hezîran 2018
Mariya Zaxarova

Zaxarova: Mueyîdeyên Kievê yên li ser Rossiya Segodnya û RÎA Novostiyê sansurên siyasî ne

© Sputnik / Evgenya Novozhenina
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku ew mueyîdeyên Kievê yên li ser Rossiya Segodnya û RÎA Novostiyê weke çalakiyên nû yên sansura siyasî dibînin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bi rêya malpera Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser mueyîdeyên Kievê yên li ser ajansên rûsî daxuyanî da.

Zaxarovayê ji ber biryara Kievê nexweşiyên xwe anîne zimên, "Em van sepandinan Ukraynayê weke çalakiyên nû yên sansûra siyasî li ser saziyên ragihandin û çapemeniyê dibînin. Rejîma Kievê rê û rêbazên hêzê bi kar tîne û bi vê yekê astengiyan li ber mafê ragihandina bê alî ya hemwelatiyan datîne."

ZAXAROVAYÊ BANG LI RAYAGIŞTÎ YA NAVEDEWLETÎ KIR

Ji aliyê din ve Zaxarovayê di serî de bang li nûnerê azadiya çapemeniyê ya Saziya Hevkariya Ewlekariyê ya Rûsyayê (AGIT) û rayagiştî ya navdewletî kir ku bi awayekî tund bertek nîşanî van çalakiyên Kievê yên li dijî saziyên çapemeniyê yên rûsî bidin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Ukraynayê Ajanasa Fermî ya Navdewletî Rossiya Segodnya û RÎA Novosti xistibû lîsteya ku mueyîde li wan tê sepandin û têgihîna herdu malperan asteng kiribû.

Bi heman mijarî:

Zaxarova: Londra her tim sûcên xwe wek yê kesên din be danîşan
Zaxarova ji Kirimê bangî Ûkraynayê kir: Em çalakiyên li dijî rojnamegerên rûsî qebûl nakin
Zaxarova: Medyaya Rojavayê çavdêrên sûriyeyî yên ku rastî vegotin jehrî kir
Zaxarova: Amerîka ‘Plana Byê' disepîne
Etîketan:
çapemenî, daxuyanî, RÎA Novosti, Rossiya Segodnya, Mariya Zaxarova, Ukrayna, Ewropa, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de