01:24 20 Hezîran 2018
Pergalên parastina hewayî yên S-400î

Rûsya: Ji bo Tirkiyeyê sewkiyatên pêşîn ên S-400î dibe di sala 2019a de destpê bikin

© Sputnik / Grigory Sisoev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Daîreya Hebkariya Leşkerî û Teknîkî ya Rûsyaya Federal (FSVTS) Dmitriy Şugayev derbirî ku kontrata li ser şandina pergalên parastina hewayî yên S-400î ji bo Tirkiyeyê, li beramberî fişara Amerîkayê ya li dijî Enqereyê jî pêşve diçe,

Şugayev îro li bajarê St. Petersburgê yê Rûsyayê li Foruma Aboriya Nvadewletî ya 22yem (SPIEF) ji bo çapemeniya rûsî axivî û got, "Her tişt li gorî peymana me pêşve diçe. Kontrat li gorî wê bernameya hat diyarkirin, tê bicihanîn. Em bi biryar in ku hemû sozên xwe yên ji bo peymana ligel Tirkiyeyê bi cih bînin."

Şugayev herwisa di axaftina xwe de got, dibe ku sewkiyatên pêşîn ên S-400î ji bo Enqereyê di sala 2019a de destpê bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo duhî di danişîna Komîsyona Peywendiyên Derve ya Meclîsa Nûnerên Amerîkayê de axivîbû û gotibû, ew hêvî dikin Tirkiye wê ji Rûsyayê pergalên S-400î nestînin.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin jî di 3yê Nîsanê de bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêk anîb3u û di civîna xwe ya hevpar de gotibû, Rûsya li ser daxwaza Enqereyê wê lezê bide hilberîna pergalên parastina moşekên S-400î.

Cîgirê Putin ê berpirsê hevkariya leşkerî û teknîkî Vladimir Kojin jî daxuyandibû ku ew ê berbi dawiya sala 2019a pergalên parastina moşekên S-400î ji Tirkiyeyê bişînin.

Bi heman mijarî:

‘Li cihanê reqîbê sîstema S-400î tuneye'
NATO: Entegrasyona S-400î bo pergalên me zehmet e
‘Pentagon ji bo ku Tirkiye S-400î nestîne çekên rûsî biçûk dixe'
Tirkiye derbarê S-400î de daxuyanî da: Êdî ew kar xilas bû
Etîketan:
Serokê Daîreya Hebkariya Leşkerî û Teknîkî ya Rûsyaya Federal, Civîna Aborî ya Navdewletî ya St. Petersburgê (SPIEF), Dmitriy Şugayev, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de