13:30 23 Hezîran 2018
Bermayîyên MH-17

Rûsya: Têkiliya Artêşa rûsî bi ketina MH17ê re tine

© Sputnik / Mihail Voskresenskiy
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî ku Vekolînerên holendî ragihand ku balafira MH17ê ya ku hatibû îdîakirin ku li rojhilata Ûkraynayê di sala 2014an de hatiye xistin bi moşekeke Lîwaya Moşekavêj a 53an a Rûsyayê hatiye xistine, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku têkiliya leşkerên rûs bi bûyerê re tine.

Wezaretê bi daxuyaniyekê teqez kir ku di çarçoveya hevkariya li gek hêzên ewlekariyê yên holendî, Rûsyayê delîl pêşkêş kirine ku yekîneyên pergala BUKê yên ûkraynî di xistina balafirê de cî girtine.

"BIKARANÎNA WÊNEYÊN MEDYAYA CIVAKÎ, CIHÊ NÎGERANIYÊ YE"

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: "Ew fikirên koma vekolînan a Holandayê ku xwe dispêre dîmenên bi programên cûrbicûr ên kompûterê hatine çêkirin û yên ji medyaya civakî girtine, cîhê nîgeraniyê ne. Herwiha têkilîdarî mijarê hinek ji wan dîmenên ku ji aliyê servîsa taybet a Ûkraynayê ve hatiye amadekirin û di civîna çapemeniyê de hatin bikaranîn di malpera bi navê Bellingcatê ji aliyê vekolînerên sexte ve hatibûn bikaranîn."

Wezareta Parastina Rûsyayê diyar kir, eger bi rastî jî tê xwestin kesên ku ew bûyer kiriye, werin dîtin, divê tîma lêpirsînê daxuyaniyên xwe dispêrin rastiyê bidin ne materiyalên sexte yên ji Belligcatê yan jî ji Servîsa Ewlekariyê ya Ûkraynayê(SBU) hatine girtin. Di daxuayniyê de hat teqezkirin ku vekolînerên holendî daxuyaniyên şahidên nêzîkî cihê bûyerê û daxuyaniyên dibêjin ku mışek ji aliyê herêmên kontrola artêşa Ûkraynayê hatine piştguh kirine.

Bi heman mijarî:

Brîtanya: Opozîsyona Sûriyê amade ye bê şert û merc bi Sûriye û Rûsyayê re rûne
Peskov: Piştê van êrîşan ku li ser Sûriyê hatin kirin heqê Rûsyayê heye gelek gavan bavêje
Rûsyayê du nota dan Ûkraynayê
Etîketan:
Holanda, Ûkrayna, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de