01:20 18 Hezîran 2018
Balyozê Sûriyeyê li Rûsyayê Riyad Hedad

Heddad: Divê Amerîka û Tirkiye ji nav axa Sûriyeyê derkevin

© Sputnik / Maksim Blinov
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Balyozê Sûriyeyê yê li Moskowê Riyad Heddad got, Amerîka û Tirkiye bi awayekî deryasayî ketine nav axa Sûriyeyê û ji ber vê yeke divê jê derkevin.

Balyozê Sûriyeyê yê li Moskowê Riyad Heddad li Foruma Aboriyê ya Navdewletiya St. Petersburgê (SPIEF) ji bo rojnamegeran axivî û jê hat pirsin ku hêzên Îranê divê ji Sûriyeyê derkevin an na.

Heddad ji bo pirse ev bersiv da, "Welatên ku bêyî destûra hikumetê ketine nav axa me, divê ji Sûriyeyê derkevin. Her em di vê çarçoveyê de bipeyivin, ev welat jî Amerîka û Tirkiye ne."

‘EM HEBÛNA HÊZÊN ÎRANÎ QEBÛL DIKIN'

Heddad derbirî ku ew ji bi awayekî erênî li hebûna hêzên îranî yên li nav axa Sûriyeyê dinêrin.

‘ŞANDA HIKUMETÊ DÊ BEŞDARÎ KOMÎSYONA DESTÛRA BINGEHÎN BIBE'

Ji aliyê din ve Heddad anî ziman ku şanda hikumetê dê beşdarî xebatên komisyona destura bingehîn bibe. Balyozî sûriyeyî ev tişt gotin, "Welatên xerentor Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser avakirina komîsyonê ya destura bingehîn li hev kir û rêveberiya Sûriyeyê jî qebûl kir ku şandekê bişîne." Riyad Heddad destnîşan kir ku lîste hêj nehatiye diyarkirin lê di demeke nêzîk de wê were ragihandin.

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad beriya niha qebûl nekiribû ku ji bo komisyona destura bingehîn şandeke hikumetê bişîne. Lê Esad piştî ku li Soçiyê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtin pêk anîbû, dev ji vê biryara xwe berdabû û qebûl kiribû ku şandekê bişîne.

Bi heman mijarî:

‘Belçîkiyan alîkariya milîtanên li Iraq û Sûriyeyê kir’
Îranê ji bo hebûna xwe ya li Sûriyeyê daxuyaniyek da
Îsraîl: Sîstema hewayî ya Sûriyeyê bi 100 moşekî bersiva balafirên me da
Pûtîn li Soçiyê bi Esad re civiya: Mercên proseyeke nû ya siyasî çêbûne
Nûnerê Pûtîn bi Esad re hevdîtinek pêk anî
‘Bersiva Esad a heqarêtên Trump nazik bû’
Etîketan:
derketin, Foruma Aboriyê ya Navdewletiya St. Petersburgê (SPIEF), Balyozê Sûriyeyê yê li Rûsyayê, Riyad Heddad, St. Petersburg
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de