20:19 20 Hezîran 2018
Logoya Rossiya Segodnya

Yekîtiya Rojnamevanên Rûsyayê dê serî li saziyên navneteweyî bidin

© Sputnik / Ramil Sitdikov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Yekîtiya Rojnamevanên Rûsyayê Vladimir Solovyev daxuyand ku li dijî mueyîdeyên Kievê û qedexekirina malperên Rossiya Segodnya û RİA Novosti Ukraynayê dê serî li saziyên rojnamevantiyê yên navneteweyî bidin.

Rêvebiriya Ûkraynayê, Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî Rossiya Segodnya û RİA Novosti Ukrayna xistin lîsteya mueyîdeyan û li ser malperê ajansan qedexe ragihand.

Derbarê mijarê de Solovyev ji Sputnikê re ragihand ku rêvebiriya Ûkraynayê beriya niha jî ji bo xebatên rojnamevanên rûsî bibûn asteng: "Ev tiştekî ne cara ewil e, bi taybetî jî piştî desteserkirina gerînendeyê RİA Novosti Ukrayna, Kirill Vişinskiy bi qestî xebatên ofîsa RİA Novosti ya li Ûkraynayê tên astengkirin. Em ji vê rewşê xemgînin û şaş man e. Derbarê mijarê de em ê serî li saziyên rojnamevantiyê bidin û nirxandina rewşê bixwazin."

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Girtina nûnerê RİA Novosti ya ji aliyê Ukraynayê ve bûyerekê nedîtî ye
'Girtina rayedarê RİA Novosti ne li gor nirxên YEyê ye'
Simonyan: Em ê bo rayedarê RİA Novosti Ûkraynayê têbikoşin
Etîketan:
malper, weşan, qedexekirin, gerînende, rs, rt, Solovyev, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de