22:18 18 Hezîran 2018
bo Gerînendeyê Giştî yê RIA Novostiyê Kirill Vişinskiy

Wezîrê Werzîşê yê Rûsyayê ji bo Vişinskiy serî li Serokê UEFAyê Ceferin da

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Saziyên çapemeniya werzîşê ên rûsî R-Sport, Match-TV, Sport FM û championat.com ji bo Gerînendeyê Giştî yê RIA Novostiyê Kirill Vişinskiy yê ku li Ûkraynayê hatibû girtin were berdan serî li Serokê UEFAyê Aleksander Ceferin dan.

Saziyên çapemeniya werzîşê ên rûsî beriya yariya Real Madrid û Liverpoolê ya ku dê 26ê mehê li paytexta Ûkraynayê Kievê were lidarxistin, bi nameyekê ji Serokê UEFAyê Aleksander Ceferin rica kirin ku ji bo Gerînendeyê Giştî yê RIA Novostiyê Kirill Vişinskiy yê ku li Ûkraynayê hatibû girtin were berdan alîkariyê bike.

15ê Gulanê endamên Hêzên Ewlekariya Ûkraynayê (SBU) bi zorê ketibûne nivîsgeha RÎA Novostiya Ûkraynayê Û Vişinskiy binçavkiribûn û li mala wî lêgerîn kiribûn. Vişinskiyê hemwelatiyê Ûkrayna û Rûsyayê bi xiyanetê li welêt hatibû tawanbarkirin. Vişinskiy 17ê Gulanê li danişîna li Dadgeha Herêmî ya Hersonê bi 2 meh sizaya girtîgehê hatibû sizadan.

Gerînendeya Giştî ya Spûtnîkê û Rossia Today (RT) û Margarita Simonyanê diyar kiribû ku ew Vişinskiy bi tenê nahêlin.

Bi heman mijarî:

Parêzerê rêveberê RIA Novostî yê Ûkraynayê ji bo biryara girtinê çû temyîzê
Sîmonyan di derbarê bûyera RIA Ukraynayê de rexneyan li welatên rojava kir
Pûtîn: Girtina nûnerê RİA Novosti ya ji aliyê Ukraynayê ve bûyerekê nedîtî ye
'Girtina rayedarê RİA Novosti ne li gor nirxên YEyê ye'
Etîketan:
Serokê UEFAyê, Gerînendeyê Giştî yê RIA Novostiyê, Ajansa RIA Novostiyê, RIA Novosti, Aleksander Ceferin, Kirill Vişinskiy, Rûsya, Ukrayna
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de