09:46 23 Hezîran 2018
Aleksey Puşkov

Puşkov: Brîtanya RTyê qedexe bike, em ê jî ji bo BBCyê heman tiştî bikin

© Sputnik / Vladimir Fedorenko
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Senatorê rûsî Aleksey Puşkov li ser dozvekirin û astengiyên li hemberî Russia Today (RT) got ku heger Brîtanya pirsgirêkan ji bo RTyê derxe, wê Rûsya jî ji bo BBCyê heman bergiriyan bike.

Serokê Polîtîkayên Enformasyonê li Federasyona Rûsyayê Aleksey Puşkov, ji aliyê dezgeha Ofcom a Brîtanyayê ve vekirina 3 dozên li ser RTyê nirxand.

Puşkov got, "Heger RT rûbirûyî astengiyên cidî yên weşanê were, dê Moskow jî heman bergiriyan bike. Dê ev ji bo radyo û hem jî ji bo televizyona BBCyê bibe derbeyeke cidî."

Puşkov da xuyakirin ku heger Ofcom biryara qedexekirina RTyê wergibire, dê Rûsya jî bersiveke tund bide û pêwîst e London vê yekê fêm bike.

Bi heman mijarî:

‘Belçîkiyan alîkariya milîtanên li Iraq û Sûriyeyê kir’
Malbatê ji bo ku kurê wan ji malê biçe, serî li dadgehê da
Peyamnêrê RTyê ji bo ku girtina polîgona nukleerê ya Punggye-ri bişopîne, çû Koreya Bakur
Pompeo Tirkiye û Rûsya bi xerabkirina rewşa Balkanan tawanbar kir
Rûsya: Hewla dewletên rojavayî ya civandina OPCWê ya taybet, Rûsya û Esadî dike armanc
Li Mêrdînê qezaya trafîkê rû da: 3 kes mirin
Etîketan:
RT, BBC, Brîtanya, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de