23:08 21 Hezîran 2018
Mariya Zaxarova

Rûsya: Hewla dewletên rojavayî ya civandina OPCWê ya taybet, Rûsya û Esadî dike armanc

© Sputnik / Ramil Sitdikov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê got ku bizava dewletên rojavayî ya civandina Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) di daniştineke taybet de wek macereyeke li himberî Rûsya û Sûriyeyê bi nav dikin.

Zaxarova di civîna xwe ya heftane de axivî û got, "Haya me jê heye ku Amerîka û Brîtanya li gel Fransa, Almanya, Kanada û Awistralyaya ku tev li wan wan bûne li gel ihtimala ku ziyanê bigihînin nasmeya rayedar a OPCWê û peymana qedexekirina çekên kîmyewî jî, macereyeke nû li himberî Sûriye û Rûsyayê dimeşînin."

Rayedara rûs got ku ev bizava neasayî tenê carekê, sala 2002an, hatibû kirin ku direktorê berê yê OPCWê Jose Bustaniyê ku bi ya Amerîka û hevalbendên wê nedikir ji peywirê hatibû girtin.

Amerîka, Brîtanya, Fransa û kanadayê bang kiribû ku endamên kongreya peymana qedexekirina çekên kîmyewî meha Hezîranê civîneke taybet li dar xin.

Bi heman mijarî:

Li Sûriyê helîkoptera şer a Rûsyayê ket: Her du pîlot mirin
Binbeşa Parlementoya Rûsyayê Dûma, serokwezîrtiya Medvedev pesend kir
Li Rûsyayê lehengên ‘Şerê Niştimanî yê Mezin' têne bibîranîn
Brîtanya: Opozîsyona Sûriyê amade ye bê şert û merc bi Sûriye û Rûsyayê re rûne
Cîgirên wezîrên derve yên Îran û Rûsyayê çarenûsa peymana nûkleerî gotûbêj kir
Rûsyayê welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kirin
Etîketan:
OPCW, Mariya Zaxarova, Awistralya, Kanada, Almanya, Fransa, Brîtanya, Amerîka, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de