00:44 20 Hezîran 2018
Mariya Zaxarova

Rûsya: Tehdîda Amerîkayê ya 'Senaryoya Lîbyaye' tevahiya herêmê tehdîd dike

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Derve ya Rûsyayê diyar kir ku tehdîdên Amerîkayê yên sepandina 'senaryoya Lîbyayê' li dijî Koreya Bakur, ji bo tevahiya herêmê metirsî ye û eger senaryoyeke hêzê were cîbcîkirin, nîşan dide bê dê çi biqewime.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê tehdîdên Amerîkayê yên li dijî Koreya Bakur ên 'senaryoya Lîbyayê' ji rojnamevanan re nirxandin.

Zaxarovayê got, "Ew bixwe, gava ku Amerîka Koreya Bakur bi 'senaryoya Lîbyayê' tehdîd dike, ne tenê Pyonyangê, nexasim bi çîroka 'senaryoya Lîbyayê', lê her kesî û tevahiya herêmê tehdîd dikin."

Herwiha Zaxarovayê destnîşan kir ku "êdî eşkere bûye, Amerîka ti kesê ku ne li welatên endamên NATOyê bin naxe şûna mirovan û Washington qet li ser mezinahiya wê ziyanê nafikire ya ku 'senaryoya Lîbyayê' bi ser welatên herêmê de tîne" û wiha dewam kir:

Trump û Kîm
© AP Photo / Evan Vucci, Wong Maye-E, File
"LI SER ENCAMÊN WÊ NAFIKIRIN?"

"Di vê rewşê de, gava Amerîka Pyonyangê bi 'senaryoya Lîbyayê' tehdîd dike, ew behsa wê menzereyê dike ku di dema pêkhatina senaryoyeke hêzê de pêk were.  Çima vê dikin, li ser encamên wê difikirin? Ev pirsyareke baş e. Em dizanin ku Amerîka di serî de ne li ser berjewendiyên xwe yên neteweyî lê li ser berjewendiyên wê çîna elît a li desthilatdarê disekine."

Dîplomata rûs wiha dewam kir: "Ev rewş, ev tişt teqez nayê wê wateyê ku li gorî berjewenediyên neteweyî yên Amerîkayê, berjewendiyên neteweyî yên xelkê li ser xaka Amerîka û herwiha welat û bi giştî yên cîhanê ne jî."

Bi heman mijarî:

Serokê Koreya Bakur Kîm di yekem serdana derve de bi serokê Çînê Şî re civiya
Rûsya: Em hevdîtinên di navbera Serokê Koreya Bakur û Çînê bi erênî pêşwazî dikin
Wezîrê Derve yê Koreya Bakur Ri serdana Çînê, Azerbeycanê û Rûsyayê dike
Amerîka wê li Koreya Bakur balyozxane veke gelo?
‘Mike Pompeo bi Serokê Koreya Bakur Kim jong-un re hevdîtinek pêk anî'
Dîrektorê CIAyê Pompeo li Koreya Bakur bi Kim jong-un re hevdîtinek pêk anî'
Koreya Bakur biryar da ku ceribandinên moşekan rawestîne
Etîketan:
Senaryoya Lîbyayê, NATO, Mariya Zaxarova, Lîbya, koreya Bakur, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de