09:09 18 Hezîran 2018
Şam-Yermûk

Rudskoy: Operasyona Artêşa Sûriyeyê ya rizgarkirina çoltera Şamê bi dawî bû

© AFP 2018 / Rami al Sayed
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Daîreya Tevgera Sereke ya Sererkaniya Rûsyayê Orgeneral Sergey Rudskoy got ku operasyonên Artêşa Sûriyeyê yên rizgarkirina Şamê bi dawî bûne û merc amade ne ji bo welat ji nû ve veje.

Rudskoy di civîna çapemeniyê de axift û got, "Artêşa Sûriyeyê operasyona xwe ya ji bo rizgarkirina hemû taxên li derdora Şamê bi dawî kir.

"OPERASYONEKE MIROVÎ YA MEZIN PÊK HAT"

Rayedarê rûs destnîşan kir ku Rûsyayê li birêveberiya navenda şopandina agirbesta li Sûriyeyê, li Xûtaya Rojhilatî, li Qelemûna Qojhilatî û Yermûkê operasyoneke mirovî pêk anî ku berî niha tiştekî wek wê nehatiye dîtin.

Herwiha Rudskoyî got, "bi awayekî ku xwe ji wendahî û birîndarkirina sivîlan bi dûr bixin, 188 hezar û 234 kes di ser korîdora mirovî re ji hemû taxên li derdora Şamê hatin derxistin. 28 hezar û 725 ji wan milîtan bûn. Ew milîtan li ser daxwaza wan bo herêmên li bakurê welatî hatin şandin. Piraniya sivîlan jî vegeriyan malên xwe."

"HEMÛ MERC LI SÛRIYEYÊ AMADE NE"

Rudskoy diyar kir ku ji bo vejandina Sûriyeyê, hemû merc pêk hatiye û teqez kir ku ne xebata Rûsyayê lê ya welatên din jî ji bo vê pêwîst e.

Serokê Daîreya Tevgera Sereke ya Sererkaniya Rûsyayê Orgeneral Sergey Rudskoy got, "niha hemû merc pêk hatine ku Sûriye wek tevahiyeke ku nayê perçekirin were vejandin. Lê ji bo ev armanc pêk were, ne tenê Rûsya lê pêwîstî bi xebata endamên civaka navdewletî yên din jî heye."

Rudskoyî got ku Sererkaniya Rûsyayê rewşa li Sûriyeyê bi baldarî dişopîne.

Bi heman mijarî:

Artêşa Sûriyeyê: Sê kes di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin
Liberman bangî Esad kir: Îraniyan ji Sûriyeyê biqewirînin
Îsraîl bi nedana S-300an bo Sûriyeyê kêfxweş bû
‘Di êrişa Îsraîla ya dijî Sûriyeyê de 11 îranî hatin kuştin'
Yekîneyên polîsên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê dest bi peywira dewriyeyê kir
‘Pêwendiyên me bi kurdên Sûriyeyê re baş in'
Etîketan:
Artêşa Sûriyeyê, Sergey Rudskoy, Rûsya, Sûriye, Yermûk, Xûtaya Rojhilatî, Qelemûn, Şam
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de