03:12 18 Hezîran 2018
Suriye / Humus

Rûsya: Li Sûriyeyê depoyên çekên aîdî NATOyê yên milîtanan hatin bidestxistin

© REUTERS / Omar Sanadiki
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Artêşa Sûriyeyê û Navenda Çavdêriya Agirbest a Rûsyayê ya li Sûriyeyê li Hûmsê depoyên aîdî Fetîh el Şamê bidestxistin. Hat ragihandin di depoyan de çekên aîdî dewletên endamê NATOyê jî hene.

Ji Navenda Çavdêriya Agirbest a Rûsyayê derbarê mijarê de daxuyaniyek hat. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Artêşa Sûriyeyê li herêma ku ji destê milîtanan hatine rizgarkirin, çekên aîdî dewletên endamê NATOyê di depoyan de hatine zevtkirin.

Berdevkê Navendê Andrey Nekipelov daxuyand, "Em li xalek çavdêriyê ya jîngeha Zaafarana ya li Hûmsê ya El Nûsrayê ne. Li vir gellek maskeyên xazê û çekên aîdî dewletan hene, wek moşekên TOW-2 ên tanlsawaran. Ev tesîs gellek baş hatiye arestekirin."

Moşekên TOW-2 ên bi menşeya DYAyê, moşekên tanksawarane ku yên herî zêde tên bikaranîn.

Bi heman mijarî:

Sûriye: Em bi hêvîne pêwendiyên me bi Tirkiyeyê re baş bibin, lê şertên me hene
Barzanî bi Cerbayî re civiya: Sûriye û hilbijartina Iraqê hatin gotûbêjkirin
Brîtanya: Opozîsyona Sûriyê amade ye bê şert û merc bi Sûriye û Rûsyayê re rûne
Leşkerên Rûsya, Sûriye û Îran li pêy serokê DAIŞê Bexdadî ne
Etîketan:
çek, rêxistin, depo, moşek, Andrey Nekipelov, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de