23:17 21 Hezîran 2018
Laboratuwara dopîngê

FIFAyê lêpirsîna taximê rûsî ya ‘dopîngê' bi dawî kir

© Sputnik / Ruslan Krivobok
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) di daxuyaniya xwe de ragihand lêpirsîna derheqê Tîma Millî yê Rûsyayê de hat girtin.

Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) di daxuyaniya xwe de ragihand ku lepirsîna derheqê Tîma Millî ya Rûsyayê ku bi îdîaya dopîngê hatibû vekirin ji ber nebûna delîlan hat girtin.

Li gor daxuyaniyê, FIFAyê delîlên ku di lepirsîna 34 werzîşvanên rûsî de bi dest xistibûn bi Ajansa Tekoşîna Dopîng a Cihanê (WADA) re parve kirin. WADAyê biryara girtina lêpirsîna FIFAyê qebûl kir.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku di nimûneyên ku ji werzîşwanên rûsî hatiye girtin de madeyekî ku bi guman be tuneye.

Li gor daxuyaniya FIFAyê di nava taximên ku wê beşdarÎ Kupaya Cihan a 2018an bibin de yên herî zêde tê kontrolkirin taximê rûsî ye.

Bi heman mijarî:

Kadroyê taximê rûsî ku bi Tirkiyeyê re lîstika dostanî bike eşkere bû
Pûtîn hemwelatiya rûsî da werzîşvanê taximê Schalke 04ê
Lavrov: Rojavayiyan delîlên ku werzîşvanên rûsî dopîng bikaranîne nedan
Dumayê pejirand, ji bo werzîşvanên Rûs ên dopîng bikaranîne ceza tê
Etîketan:
FIFA, WADA, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de