06:59 22 Hezîran 2018
Sîstema berevaniyê ya moşekan S-500

Medya amerîkî: S-500 hebûneke bêmînak e ji bo Rûsyayê

© Sputnik / Dmitry Vinogradov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Kovara leşkerî Military Watch Magazine ya amerîkî, nirxandinek li ser pêşxistina projeya sîstema parastina hewayî ya rûxandina moşekên balîstîk weşand û got, destpêkirina hilberandina tomerî ya S-500 Prometey ji bo Rûsya û şirîkên wê hebûneke bêmînak e.

Di nivîsa kovarê de tê gotin ku di rewşa niha de sîstemên S-400, S-300V û A-135 ji bo parastina hewayî besî Moskowê ne, lê pêdivî bi modernîzekirinê heye ku temamkirina projeya S-500an ji bo Rûsyayê xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Herwiha di nûçeyê de tê diyarkirin ku S-500 bi sedema ku dê xwedî kêrhatina pûçkirina moşekên hîpersonîk be dê bibe platfrma yekem a parastinê li seranserê dinyayê.

S-500 xwedî mezîleke 600 kîlometreyî ne û bi leza saniyê ya 7 kîlometreyan dikarin 10 moşekên balîstîk ên hîpersonîk biruxînin.

Bi heman mijarî:

YE: Têkdana peymana nukleerî wê hevdîtinên bi Koreya Bakur re bixe zorê
Dolar li beramberî pereyê tirk rekoreke din şikand: Gihîşt bihayê herî zêde
HUDA-PAR dê di hilbijartina serokomariyê de piştgiriya kê bike?
Ji Pentagonê mikurhatineke din: Leşkerên amerîkî pir kêm pêşde çûne
Îran: Hêrsa Amerîkayê ji têkbirina DAIŞê tê
Serokê şanda PDKê: Posta serokomariyê mijara dawîn a danûstandinê ye
Etîketan:
S-500, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de