05:43 21 Hezîran 2018
îran-parastin-leşkerî

Ulyanov: Bingeheke hiqûqî ya daxwaza Amerîkayê ku Îran ji Sûriyê derê tune

Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Balyozê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Rûsyayê li Vîyenayê Mihaîl Ulyanov got ku “bingeheke hiqûqî ku Amerîka dixwaze Îran hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne tune.”

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di 21ê Gulanê de bernameya şertên ku ji Îranê tê xwestin eşkere kir. Yek ji van şertên Amerîkayê jî ew bû ku Îran bi temamî hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne.

Ulyanov di axaftina xwe ya di derbarê mijarê de destnîşan kir ku "Gelo çi eleqeya AMerîkayê bi vê meselê heye ez fêhm nakin. Ji wêyaliyê okyanûsan van daxwaziyan dike, tu bingeheke hiqûqî yan van daxwazan tune ye." Ulyanov got ku di derbarê hêzên biyanî yên ku li Sûriyeyê bimînin biryar ya Hikûmeta Sûriyê ye.

Bi heman mijarî:

Îran ji YEyê re: Em ê li ser peymana nukleerî bisekinin lê bi şertekî
‘Em mudaxeleya Îran û Amerîkayê qebûl nakin'
Îran: Vekişîna Amerîkayê ji peymana nukleerî dê bandorê li hevkariya Moskowa-Tehranê neke
Îran 60 roj muhlet da welatên Neteweyên Yekbûyî
Etîketan:
sûriye, îran, amerîka, Mihail Ulyanov, îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de