09:47 23 Hezîran 2018
Rûsya û Japonya

Ji bo sepandinên aborî yên Amerîkayê, Rûsya û Japonya bi heman şêweyî bersivê didin

© REUTERS / Issei Kato
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Amerîkayê ji bo îtxalata berhemên pola û alumînyumê li welatên îtxalatkar bi milyon dolaran bacên gumrikê yên nû sepandibû. Rûsyaya ku li ser vê yekê serî li WTOyê dabû vê carê jî amadekariyan dike ku ligel Rûsyayê mueyîdeyan bisepîne.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Bazirganiya Cîhanê (WTO) Rûsya û Japonyayê amadekariyan dike ku bersivê bidine mueyîdeyên aborî yên bi qasî milyar dolarî.

Moskowa û Tokyoyê di dosyeya biryarê de navên berhemên amerîkî eşkere nekirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di meha Adarê ji bo îtxalata berhemên pola û aluminyûm 25 ji sedê bacê zêde kiribû. Bi ya Rûsyayê ev sepandin li dijî qanûnên bazirganiya navdewletî ye.

Nûnerê Rûsyayê yê daîmî yê li WTOyê Gennadiy Oveçko davû xyakirin ku Rûsyayê ji ber zêdekirina bacan û sepandina bacan serî li WTOyê daye.

Bi heman mijarî:

Amerîka: Ji ber têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê dibe em mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê bisepînin
Pûtîn: Armanca mueyîdeyan rê girtina Rûsyayê ye
Rûsya li 3 baregehên esmanî ji bo Amerîkayê mueyîdeyan disepîne
Rûsya: Em dê bersivê bidine berfirehkirina lîsteya mueyîdeyan a Amerîkayê
Enreqe wê li hemberî Kurdistanê çi mueyîdeyan pêk bîne?
Etîketan:
Gumrik, Bac, Aborî, Mueyîde, Donald Trump, Amerîka, Japonya, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de