01:23 20 Hezîran 2018
Pira Kirimê

Parlamenterê ûkraynî jinavbirina Pira Kirimê pêşniyar kir

© REUTERS / Pavel Rebrov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamenterê Ûkraynayê yê Radaya Bilind Îgor Mosiyçûk pêşniyar kir ku pira Kirimê ya Rûsya û Kirimê di ser tengava Kerçê re bi hev girêdide û berî çend rojan Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn vekiribû, ji nav bibe.

Piştî ku nivîskarê Washington Examinerê Tom Roganî şîreta 'Pira Kirimê bombebaran bikin' kir, parlamenterekî ûkraynî jî heman tişt got. Parlamenterê ûkraynî Îgor Mosiyçûk pêşniyar kir ku pir were jinavbirin.

Mosiyûçk li ser televizyona 112 a ûkraynî axift û got, "pira Kerçê avahiyeke neyarane ye. Çima? Êrîşkarên ku erda me dagir kiriye bi welatê sereke ve dike yek. Ev pir xaleke stratejîk e ji bo rizgarkirina Kirimê û xelaskirina wê ji dagirkeriyê."

Mosiyçûkî got, her welatê ku di ji bo erdê xwe di şerî de ye, hewl dide ku avahiyên neyarane, pir, rawestgehên trênê û balafirgehên ji nav bibe.

Şirovekarê muhafezekar yê amerîkî Tom Roganî nivîsîbû ku divê Pira Kirimê ya ku duh Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn vekiribû were bombebarankirin.

Bi heman mijarî:

Rûsyayê eşkere kir bê çima Amerîkayê fînansekirina Xûzeyên Spî rawestandiye
Saziya Hilbijartinên Rûsyayê: Em dikarin di hilbijartinên Tirkiyeyê de bibin alîkar
Li mezintirîn bajarekî Rûsyayê li dijî polîsan êrişek pêk hat
Keştiyeke nû ya moşekan li hêzên Rûsyayê hat zêdekirin
Binbeşa Parlementoya Rûsyayê Dûma, serokwezîrtiya Medvedev pesend kir
Cîgirên wezîrên derve yên Îran û Rûsyayê çarenûsa peymana nûkleerî gotûbêj kir
Etîketan:
Îgor Mosîyûçk, Tom Rogan, Ûkrayna, Rûsya, Amerîka, Kirim
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de