09:46 23 Hezîran 2018
Kirim

Rûsya li Kirimê wê lêkolînên rezervên xazê bike

© Sputnik / Sergey Malgavko
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Rektorê Akademiya Zanistê ya Rûsyayê (RAN) Aleksandr Sergeyev daxuyand bo keşifkirina qadên mezin yên xazê li peravên Kirimê wê lêkolînek berfireh bê kirin. Sergeyev destnîşan kir ku pisporên li nîvgiravê lêkolînan dikin ji hebûna qadên xazê bawerin.

Aleksandr Sergeyev derbarê lêkolîna keşifkirina xaza li Kirimê de ji Sputnikê re axivî. Sergeyev di serdana 3 rojan a Kirimê de bi rayedarên şîrketa petrol û xaza sirûştî Çernomorneftegazê re wê bên ba hev. Sergeyev: "Em dixwazin qada Kirimê ya xazê bînin rojevê, xebatên berê û yên niha nîşan didin ku danheviyên mezin li heremê hene. Sergeyev diyar kir, bo lêkolînên berfireh ên li herêmê wê teknolojiya nûjen, testên teşhîsê yên sîsmîk pêşniyaz bikin.

Rektorê RANê destnîşan kir ku pisporên li nîvgiravê lêkolînan dikin ji hebûna qadên xazê bawerin.

Bi heman mijarî:

Berlusconi: Kirim perçeya herî xweş ya Rûsyayê ye
Tirkiye: Rûsyayê Kirim îlhaq kiriye
BBCyê 'qebûl kir' ku Kirim perçeyekî Rûsyayê ye
Etîketan:
petrol, qada xazê, perav, Aleksandr Sergeyev, Kirim
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de