20:24 20 Hezîran 2018
FSB

‘Komek cudaxwaz a tundraw li Kirimê deşîfre bû'

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serwîsa Ewlekariyê ya Federal a Rûsyayê (FSB), xebatên koma ku ji aliyê parlamenterê Ûkraynayê û cîgirê lîderê Meclîsa Kirim Tataran yê berê Erol Veliyev hatiye damezrandin derxist holê ku Tatarên nêzî Rûsyayê tirsandine û xebatên bo zêdekirina gengeşiyê meşandine.

FSBê di daxuyaniya ku derbarê tespîtkirina kiryariyên koma cudaxwaz da wiha got: "FSBê xebatên koma ku ji aliyê lîderê Meclîsa Tataran Rifat Çubarov ve hatiye damzerandin derxist holê ku li pêy hin xebatên der qanûniye."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku koma hatiye damezrandin li Kirimê li dijî Rûsyayê xebatan dike û Tatarên nêzî Rûsyayê ditirsînin û planên kiryarên di asta sûcî de dikirin.

Li gor daxuyaniyê di Rêbendana 2018an de kesên tundraw mala miftiyê Kirime Emirali Ablayev şewitandine û bo çalakiya şewitandine bi her endamekî re bo 500 dolar pere li hev kirine.

Bi heman mijarî:

Tirkiye: Rûsyayê Kirim îlhaq kiriye
BBCyê 'qebûl kir' ku Kirim perçeyekî Rûsyayê ye
Koreya Bakur Kirim wek beşek ji Rûsyayê nasî
Erdogan: DAIŞê ez kirim hedef
Etîketan:
gengeşî, meclîs, grub, kom, kirim, FSB, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de