04:15 22 Hezîran 2018
Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

Lavrov: Hêj karê Rûsyayê li Sûriyê bidawî nebûye

© REUTERS / Sergey Karpukhin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku hîn misyona Rûsyayê li Sûriyeyê bidawî nebûye û heta rêveberiya Şamê daxwaz bike û pêdiviya gelê sûrî bi wan hebe, ew dê hebûna xwe ya leşkerî bidomînin.

Lavrov ji rojnameya Clarin a Arjantînê re axivî û da zanîn ku ew ji bo aramî, îstiqrar û têkoşîna dijî terorê li ser daxwaza rêveberiya Sûriyeyê ji sala 2015an ve bi awayê leşkerî li Sûriyeyê ne.

Lavrov wiha pê de çû: "Gelek peywir bi awayê serkeftî hatin encamdan û gihîştin armancên xwe. Welatê me di têkbirina siyasî û leşkerî ya DAIŞê de roleke girîng leyîst. Piştre di dawiya 2017an de beşeke mezin a leşkerên rûsî ji Sûriyê hatin derxistin. Lê belê hîn misyona Rûsyayê ya li Sûriyê bidawî nebûye."

Lavrov destnîşan kir ku heta ku daxwaz ji rêveberiya rewa ya Sûriyeyê hebe pêdiviya gel jî pê hebe ew dê hebûna xwe ya li Sûriyeyê berdewam bikin.

Bi heman mijarî:

‘Li Sûriyê ji bo çareseriyeke aştiyane hemû merc pêk hatine'
Bayik: Hilbijartinên 24ê Hezîranê ji bo têkbirina faşîzmê şansek e
Sanri: AKPê nehişt Kurdistan TV mîtinga Qûdsê ya Stenbolê bişopîne
‘Dibe ku Pûtîn bi Erdogan û Rûhanî re dawiya Tebaxê an jî serê Îlonê bicive'
Li paytexta Kuba Havanayê balafira rêwiyan ket: 110 kesan can da
Pûtîn: Ez kêfxweş bûm ku Skrîpal ji nexweşxaneyê derket
PAK: Me û HDPê li ser mafê statûya siyasî ji bo Kurdistanê li hev kiribû
Etîketan:
LAvrov, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de