00:45 18 Hezîran 2018
Sûriye- Şam

‘Li Sûriyê ji bo çareseriyeke aştiyane hemû merc pêk hatine'

© Sputnik / Ali Hashisho
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Senatorê rûsî Oleg Morozov diyar kir ku ji bo ku bi rêbazên aştiyanê pirsa Sûriyê were çareserkirin, hemû mercên pêşwext pêk hatine.

Endamê Baskê Jorîn ê Komîteya Konseya Federasyona Parlamentoya Rûsyayê Igor Morozov di daxuyaniya xwe ya ji bo Spûtnîkê re li ser hevdîtina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi hemkarê wî yê sûriyeyî Beşar Esad re got, "Fikra çareseriyeke aştiyane bingeha polîtîkayên me yên Sûriyeyê ye."

Morozov bal kişande ser wê yekê ku ji bo çareserkirina pirsa Sûriyê bi rêbazên aştîxwaz hemû mercên pêşwext pêk hatine, "Piraniya xaka wî welatî di destê rêveberiya fermî de ye û hema bêje tevahiya herêmên di destê terorîstan de bi paş de hatine vegerandin û hatine kontrolkirin."

Senatorê rûsî teqez kir ku ji bo çareseriyeke aştiyane li Sûriyê hemû merc pêk pêk hatine û bal kişande ser îxtilafên di navbera aliyên peywendîdar de û got çareserî zor e û hê jê re ‘demeke dirêj' divê.

Bi heman mijarî:

Li baregaha leşkerî ya li bajarê Hamaya Sûriyê teqîn
Artêşa Sûriyê li Hums û Hamayê 65 jîngeh kontrol kirin
Schulmy: Em nirxandinên qesabê tirk ê ku li Sûriyê kurdan bombebaran dike, qebûl nakin
Rûsya: Li Sûriyê têkoşîna li hember terorê ber bi dawîbûnê ye
Wêneyê Pantsir-S1 ya ku Îsraîlê li Sûriyê îmha kiribû hat parvekirin
Etîketan:
ÇAreseriya Pirsa Sûriye, Igor Morozov, sûriye, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de