22:16 18 Hezîran 2018
Rûhani - Erdogan - Pûtîn

‘Dibe ku Pûtîn bi Erdogan û Rûhanî re dawiya Tebaxê an jî serê Îlonê bicive'

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnerê Taybet ê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bo Sûriyeyê û Sermuzakerekarê Rûsyayê yê li civînên Astanayê Aleksandr Lavrentyevî got dibe ku civîna sê alî ya serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê ya bi mijara Sûriyê Tebaxê an Îlonê pêk bê.

Lavrentyevî pirsên rojnamevanan bersivandin û derbarê civîna sê alî ya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ya bi mijara Sûriyê daxuyanî da.

Lavrentyev got, "Niha tarîxa civînê ne diyar e bes dibe ku dawiya meha tebaxê an jî serê îlonê pêk bê."

Her sê serokê welatên garantor ên pêvajoya Astanayê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ta niha ji bo civînê 2 caran hatine ba hev. Serok li Moskowayê û Enqereyê civiyan û dê civîna sêyem li paytexta Îranê Tehranê pêk bê.

Bi heman mijarî:

Hevdîtinên Astanayê dibe ku êdî li Soçiyê bên kirin
Amerîka bo cara ewil tev li civînên Astanayê nebe
‘Çîn dixwaze beşdarî proseya Astanayê bibe, lê Enqere li dijî derdikeve’
Lavrov: Ji bo normalîzebûna Sûriyeyê divê di formata Astanayê de bergirî werin girtin
De Mistura: Pêvajoya Astanayê gihaşt sînorên derfetên xwe
Lavrov: Pûtîn, Erdogan û Rûhanî dê sepandina peymanên Astanayê gotûbêj bikin
Etîketan:
Civînên Astanayê, Çareseriya Pirsa Sûriyeyê, Astana, Lavrentyev, Rûhanî, ERdogan, Pûtîn, Rojhilata Navîn, Sûriye, Tirkiye, îran, Rûsya, Astana
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de