03:10 18 Hezîran 2018
Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn

Pûtîn: Ez kêfxweş bûm ku Skrîpal ji nexweşxaneyê derket

© Sputnik / Ramil Sitdikov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn derbarê sîxûrê berê yê rûsî ku li Brîtanyayê hatibû jehrîkirin û ji nexweşxaneyê derketiye kêfxweşiyên xwe anîne ziman.

Pûtîn li Soçiyê di civîna hevpar a bi Serokwezîra Almanyayê Angel Merkelê re axift. Pûtînî li ser mijara ku Skrîpal baş bûye û ji nexweşxaneyê derketiye kêfxweşiyên xwe anîne ziman. Pûtîn got "Min bihîst ku Skrîpal ji nexweşxaneyê derketiye. Ez gelek kêfxweş bûm, jê re şîfayê dixwazim."

Pûtîn diyar kir ku di mijara lêpirsîna bijehrîkirina Skrîpalî de ew amade ne ku alîkariya Brîtanyayê bikin.

Serokê rûsî herwiha ev axaftin kir: "Di mijara lêpirsînê de gelek caran me ji hevkarên xwe yên ingilîzî daxwaz kir ku em tev lê bibin. Lê ta niha ji Londonê ti bersivek nehatiye dayîn û pêşniyaza me hîn derbasdar e."

Sergey Skrîpal û keça wî Yulia 4ê Adara 2018an marûzî gaza A-234ê mabû û li bankekê bi awayekî ji ser hişê xwe ve çûyî hatibûne dîtin. Brîtanyayê ji vê mijarê Rûsyayê berpirsyar dîtibû û biryar dabû ku 23 dîplomatên rûsî deport bike. Paşê gelek welatan bi helkefta piştgirîdana Rûsyayê bi heman şêweyî gav avêtibûn. Rûsya ev tawanbarî red kiribûn, Londonê jî derbarê bûyerê de hêj ti delîl pêşkêş nekirine.

PÛTÎN BI DESTEGULÊN SPÎ PÊŞWAZÎ LI MERKELÊ KIR

Merkel bo serdana xwe ya ewil bo Rûsyayê di dema ku di peywendiyên Berlin û Moskowayê de ragêşî hebûn pêk anîbû.

Pûtîn li pêş rezîdansê bi destegulên spî pêşwazî li Merkelê kir.

Hat dîtin ku kurtedemekê Pûtîn bi Merkel û Serokwezîrê Rûsyayê Dmitry Medvedev re ssohbet kir.

Bi heman mijarî:

‘Skrîpal, bi dizî çû Pragê û li Brîtanyayê bi îstixbarata Pragê re civiya’
Zaxarovayê 3 derewên Brîtanyayê yên derbarê bûyera Skrîpal de eşkere kirin
Yuliya Skrîpal: Hê jî rewşa bavê min giran e
Rûsya: Di derbarê buyera Skrîpal de agahiyên taybet bi zanebûn tên parvekirin
Balyozxaneya rûsî: Biryara Britanya ya nedayîna vîzeyê bo biraziya Skrîpal siyasî ye
Etîketan:
DAxuyanî, Bûyera Skrîpalî, Hevdîtin, Sergey Skrîpal, Angela Merkel, Vladimr Pûtîn, Almanya, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de