23:00 21 Hezîran 2018
Nûnerê Taybet ê Serokatiya Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev

Lavrentyev: Divê hêzên biyanî bi awayekî giştgir ji Sûriyeyê derkevin

© AP Photo / Sergey Grits
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnerê Taybet ê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bo Sûriyeyê û Sermuzakerekarê Rûsyayê yê di civînên Astanayê de Aleksandr Lavrentyevî got, êdî dem hatiye ku hêzên biyanî ji Sûriyeyê derkevin.

Rojnamevanan ji Lavrentyevî pirsî bê gelo axiftina li ser vekişîneke demildest ya hêzên biyanî ji Sûriyeyê heye yan na. Rayedarê rûs di bersiva xwe de wiha got: Divê ev tişt bi awayekî giştgir were kirin."

Nûnerê rûs di berdewamiya axiftina xwe de got: "Ev nîşanek e ku dê di pêngava dawî de be. ji ber DAIŞ(rêxistina li Rûsya û çend dewletan qedexe ye) hema hema têk çûye."

Lavrentyevî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Behsa hemû yekîneyên leşkerî yên biyanî yên li Sûriyeyê tê kirin ku amerîkî, tirk, Hizbullah û helbet îranî jî di nav de ne."

Bi heman mijarî:

Lavrentyev: Reşnivîsa destûra ku pisporên rûsî amade kirine me radestî muxalifên sûrî kir
Lavrentyev: Em hêvî dikin Tirkiye di qonaxa bê de li ser asteke bilindtir were temsîlkirin
Lavrentyev: Li Astanayê peymana herêmên kêmkirina rageşîyê nehat îmzekirin
Lavrentyev: Rûsya, Tirkiye û Îran dê kontrola herêmên li Idlibê bikin
Esad li Şamê li gel Lavrentyev, nûnerê taybet ê Pûtîn civiya
Etîketan:
DAIŞ, Hizbullah, Aleksandr Lavrentyev, Îran, Tirkiye, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de