06:51 26 Gulan 2018
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel

Pûtîn: Almanya bi awayekî çalak tev li avakirina Sûriyeyê dibe

© Sputnik / Sergei Guneyev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku ew û Merkel li gel wê yekê ne ku çareseriya siyasî li Sûriyeyê di rêya gotûbêjên Astana û Cenevê re pêk were û teqez kir ku Almanya bi awayekî çalak beşdarî avakirina Sûriyeyê dibe.

Pûtîn civîneke çapemeniyê ya hevpar li gel Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê pêk anî û teqez kir ku Almanya amade ye beşdarî avakirina Sûriyeyê bibe.

Serokê rûs got: "Em teqez dikin ku Komara Almanyayê ya Federal hewl dide bi awayekî cidî tev li jinûveavakirina bingehên aborî û civakî yên vê dewletê bibe. Gelekî pêwîst e ku çi alîkariya were kirin, bi rizamendiya desthilata meşrû be."

Herwiha Pûtîn destnîşan kir ku ew û Serokwezîra Almanyayê piştgiriyê didin çareseriya siyasî li Sûriyeyê.

Serokê rûs got, "me mijara qeyrana Sûriyeyê gotûbêj kir û me teqez kir ku pêwîst e, beşdariyeke hevbeş di pêvajoya çareseriya siyasî de were kirin. Ew jî li ser bingehên qadên Cenev û Astanayê bin. Herwiha lê bixebitin ku îstiqrar li ser erdê pêk were û alîkariya mirovî bo xelkê Sûriyeyê were gihandin".

Pûtîn destnîşan kir, "eger Ewropa bixwaze penaberên sûrî vegerin welatê xwe, divê alîkariya avakirina Sûriyeyê bike û mueyideyên li ser hêrêmên hikûmeta Sûriyeyê rake."

Etîketan:
Vladîmîr Pûtîn, Angela Merkel, Rûsya, Almanya, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de