18:07 21 Gulan 2018
    Putin-Esad görüşmesi

    Parlementerê rûs: Hevdîtina Pûtîn û Esed ji bo hemû welatên Rojhilata Navîn girîng e

    © Sputnik / Michael Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlementerê Binbeşa Parlementoya Rûsya Dûmayê Yuriy Şvıtkin di derbarê hevdîtina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad de got ku “ji bo hemû welatên herêmê û welatên ku li herêmê menfaetên wan hene girîng e.”

    Vldimîr Pûtîn û Beşar Esed duhê li bajarê Soçiyê yê Rûsyayê hevdîtin li dar xistin. Yuriy Şvıtkin hevdîtina herdu serokan ji Sputnikê re nirxand: Li gorî min ev hevdîtin di hila ji nûve avakirina Sûriyê û ji hêla normalîzekirina rewşê xwediyê girîngiyekê mezin e.
    Şvıtkin axaftina xwe wiha domand, "Rûsya di gelek mijaran de bi Esed re hemfikr e. Ev civîn tenê ne ji bo Rûsya, Sûriye û hêzên Rûsyayê yên li Sûriyê, herwiha ji bo welatên ku li Rojhilata Navîn in, an jî welatên ku menfaetên wan li wir heye ji bo hemûyan gelek girîng e.

    Yuriy Şvıtkin destnîşan kir ku "Pûtîn ji Esed re got ku wê li hember terorîzmê berdewamiya alikariyê bikin û ji bo çareserkirina rewşa siyasî ya li Sûriyê wê bixebitin."

    Bi heman mijarî:

    Lîberman ji Esed re: Îraniyan ji Sûriyê derxin
    ‘Tirkiye li Efrînê li dijî hêzên Esed wê bi ya xwe bike'
    Kiliçdaroglu banga pêwendiya bi Esed re kir û silav ji leşkerên şerê Efrînê dikin re şand
    Beşar Esed ji bo Mam Celal peyama sersaxiyê şand
    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, pûtîn, esad, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de