08:06 25 Gulan 2018
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin

    Putin lîsteya nû ya kabîneya hikûmetê pejirand: Lavrov û Şoygu peywira xwe didomînin

    © Sputnik / Alexei Druzhinin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin diyar kir ku wî kabîneya nû ya ji aliyê Serokwezîr Dmitriy Medvedev ve hat pêşkeşkirin, pejirandiye. Tê pêşbinîkirin ku di lîsteya kabîneyê ya nû de Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov û Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu peywira xwe bidomînin.

    Di 18ê Adarê de li Rûsyayê hilbijartinên serokatiya dewletê hatibû lidarxistin û Pûtîn ji nû ve bi dengekê bilins wek serokê dewletê hatibû hilbijartin. Medvedev ji aliye Pûtîn ve wekî namzedê serokwezîriyê hatibû nişandan û di 8ê Gulanê de bi pejirandina Dumayê li ser kursiya serokwezîriyê rûniştibû. Medvede îro ligel Putin civiya û lîsteya wezîrên ku ew pêşniyar dike di kabîneya nû ya hikûmetê de cih bigirin, pêşkeşî Putin kir.

    Putin derbarê mijarê de diyar kir ku wî ew lîste pejirandiye û got, ez ê îro biryarnameya li ser peywirdarkirina wezîrên nû îmza bikim.

    WEZÎRÊ ENERJIYÊ NOVAK JÎ LI SER PEYWIRA XWE DIMÎNE

    Wezîrên ku tê pêşbinîkirin li gorî lîsteya Medvedevê peywira xwe bidomînin, ev in:

    Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov, Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu, Wezîrê Enerjiyê Aleksandr Novak, Wezîrê Karên Navxweyî Aleksandr Kolokoltsev, Wezîra Tenduristiyê Veronika Skvortsova, Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê Denis Manturov, Wezîrê Werzîşiyê Pavel Kolobkov, Wezîrê Aborî û Geşedanê Maksim Oreşkin û Wezîrê Kar û Ewlekariya Civakî Maksim Topilin.

     

    Bi heman mijarî:

    Putin: Ji bo artêşa Rûsyayê dê îsal pergalên nû yên moşekan werin peydakirin
    Putin: Haya me jê heye ku şer tiştekî cidî ye, aşitî jî tiştekî hesas e
    Putin û Macron hevdîtin pêk anî
    Moşekên ku Putin gotibû 'têk naçin', li balafiran hatin barkirin
    Macron: Ez dixwazim diyalogeke dîrokî ligel Putin deynim
    Etîketan:
    lîsteya kabîneyê, Serokwezîrê Rûsyayê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Dmitriy Medvedev, Vladimir Putin, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de