07:16 26 Gulan 2018
Gerînendeya Russia Today (RT) Sputnikê Margarîta Sîmonyan

'Girtina rayedarê RİA Novosti ne li gor nirxên YEyê ye'

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Gerînendeya Russia Today (RT) Sputnikê Margarîta Sîmonyan, daxuyand ku cezayê girtîgehê yê 60 rojî ku li Gerînendeyê RİA Novosti Ukraynayê Kirill Vişinskiyî ve hat birrîn, ne li gor nirxê Yekîtiya Ewropayê ye (YE).

Gerînendeyê RİA Novosti Ukrayna, Kirill Vişinskiy ji aliyê Serwîsa Ewlekariya Ûkraynayê ve hatibû binçavkirin û 2 meh cezayê girtîgehê lê hat birrîn. Derbarê mijarê de Margarîta Simonyan ji televizyona Rossiya 24ê re axivî, "Girtina Kirill bo me ne tiştekî nû ye, rayedarên ûkraynayî bi me dan fêhmkirin ku ew rehîn girtin e."

Simonyan dan zanîn ku ti eleqeya girtina rojnmavanekî bi pêywendiyên Rûsya-Ûkraynayê û bi nirxên Ewropayê re tune ye, herwiha rojnamevanên rûs bo serbestberdana Vişinskiy çi ji destên wan tê dê bikin.

Di 15ê Gulanê de ewlekarên Serwîsa Ewlekariya Ûkraynayê bi zorê ketibûn ofîsa RİA Novosti Ukraynayê, Kirill Vişinskiy desteserkiribûn û herwiha li mala wî jî lêgerîn pêk anîbûn.

Bi heman mijarî:

Simonyan: Em ê bo rayedarê RİA Novosti Ûkraynayê têbikoşin
Simonyan: Dixwazin Spûtnîk û RTyê di herikîna nûçeyan de jî qedexe bikin
Simonyan rapora 'midaxeleya Rûsyayê' nirxand: Her kes dikare biçe mala xwe
Simonyan: Wekî medya li DYAyê derfeta xebatê ji me re nahêlin
Etîketan:
bertek, desteserkirin, gerînende, Gerînendeya Russia Today (RT) Sputnikê Margarîta Sîmonyan, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de