12:01 23 Gulan 2018
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad

    Pûtîn li Soçiyê bi Esad re civiya: Mercên proseyeke nû ya siyasî çêbûne

    © Sputnik / Mikhail Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi hemkarê xwe yê Sûriyeyê Beşar Esad re li Soçiyê hevdîtinek pêk anî.

    Peskov got, "Îro li Soçiyê di navbera Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad de hevdîtinek pêk hat."

    Esad ji bo kar û xebatan serdana Soçiyê kir. Serokên herdu welatan di meha Mijdara sala borî de jî li Soçiyê civiyabûn.

    Peskov diyar kir ku serokên herdu welatan rewşa dawî ya têkoşîna dijî terorê nirxandine û daxuyaniya Pûtîn a di hevdîtinê de wiha veguhest: "Terorîstan li deverên girîng ên Sûriyeyê çek danîn. Vê yekê rêya ji nû ve avakirina Sûriyeyê, dûrxistina terorîstan ji Şamê û bidawîkirina çalakiyên wan vekir."

    Serokê rûsî got, "Halêhazir piştî serkeftinên leşkerî, helbet şert û mercên din bo destpêkirina proseyeke nû ya siyasî çêbûn."

     

     

    Etîketan:
    Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de