20:58 22 Gulan 2018
    Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li pişkinîneke leşkerî

    Pûtîn: Îsal 10 keştî û 160 navgînên hewayî yên din li artêşa Rûsyayê tên zêdekirin

    © Sputnik / Michael Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, ragihand ku di nava vê salê de 10 keştî û 160 navgînên hewayî yên din li artêşa Rûsyayê têne zêdekirin û dikevin xizmeta wê.

    Pûtîn li civîna leşkerî ya Soçîyê da zanîn ku beşeke mezin a girêbestên sîparîşên parastina leşkerî ya Rûsyayê hatin kirin û li gor wan girêbestan jî zêdetirî 160 navgînên hewayî û 10 keştiyên şer li hêzên çekdarên rûsî têne zêdekirin.

    Serokê rûsî got ku dê hêzên hewayî yên rûsî balafirên nû yên şer ên Su-34, Su-35S û Su-30SM û herwiha helîkopterên modern ên Mi-28, Mi-35M û Ka-52 yên hicûmê jî bistîne.

    Pûtîn diyar kir ku 14 sîstemên fezayî li hêzên fuzeyan têne radestkirin û ji bo yekîneyên cuda yên artêşê jî 500 fuze, top, tank û wesayîtên zirxî yên piyadeyan tên dabînkirin.

    Serokê Rûsyayê destnîşan kir ku dê teqwiyeya S-400 û Pantsir-SM ji bo hêzên parastina hewayî jî berdewam bike.

    Bi heman mijarî:

    Rayedarê rûsî yê li RHEEyê: Pêwîst e Kîrîll Vişînsky demildest bê berdan
    Îran a ku Amerîka mueyîde lê sepandin bi Brîtanyayê re peymana petrolê îmze kir
    Demîrtaş ji ber xebatên hilbijartinê tev li danişînê nebû
    'Hevpeymaniyê operasyoneke daxistina hewayî li Rojava kir: Armanc Bexdadî bûye'
    Ji bo wêrekiya xwe îsbat bike, xwe avêt ber TIRê
    Hêzên Îranê mudexale li xwepêşanderan kir: 3 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    Artêşa Rûsyayê, Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de