17:05 24 Gulan 2018
    Aleksandr Lukaşeviç

    Rayedarê rûsî yê li RHEEyê: Pêwîst e Kîrîll Vişînsky demildest bê berdan

    © Sputnik / Kirill Kallinikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Timî yê Rûsyayê li Rêxistina Hevkarî û Ewlekariya Ewropayê (RHEE) Aleksandr Lukaşevîç got kû pêwîst e Ukrayna Gerînendeyê RIA Novostiyê Kîrîl Vişînskiy demildest serbest berde.

    Lukaşevîç di axaftina xwe ya li civîna Konseya Daîmî ya RHEEyê de, daxwaza azadkirina Vişînskiy kir û wiha pê de çû:

    "Li Ukraynayê fişara li ser rojnamevanên bi dirustî karê xwe dikin zêde bûye. Rayedarê RIA Novostî yê Ukraynayê 15ê Gulanê hat binçavkirin. Li gor tawanbariyên Servîsa Îstixbarata Ukraynayê (SBU) rojnamevanê rûsî ji ber karê xwe yê rojnamevanî û veguhestina rastiyan hatiye cezakirin."

    Lukaşevîç ji aliyê nûnerê Azadiya Çapemeniyê yê RHEEyê Arlem Dezir ve şermezarkirina wê bûyerî bi bîr xist û diyar kir ku wan daxwaza demildest berdana Vişînskiy kiriye.

    Kîrîll Vişînskiy 15ê Gulanê di encama serdegirtina nivîsgeha RIA Novostî ya Ukraynayê de, bi tohmeta xiyaneta welat hatibû binçavkirin û Dadgeha Herêmî ya Hersonê îro 17ê Gulanê 2 meh cezayê girtîgehê lê birîbû.

     

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş ji ber xebatên hilbijartinê tev li danişînê nebû
    'Hevpeymaniyê operasyoneke daxistina hewayî li Rojava kir: Armanc Bexdadî bûye'
    Îranê biryara îdama Ramîn Husên Penahî da
    Ji bo wêrekiya xwe îsbat bike, xwe avêt ber TIRê
    Hêzên Îranê mudexale li xwepêşanderan kir: 3 kes hatin kuştin
    Dadgeha Ûkraynayê du meh sizaya girtina da rayedarê RÎA Novostiyê
    Etîketan:
    Kîrîll Vişînskiy, RIA Novostî, Ukrayna, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de