17:09 24 Gulan 2018
    Gerînendeyê Giştî yê  RÎA Novostiyê Kiril Vişinskiy

    Dadgeha Ûkraynayê du meh sizaya girtina da rayedarê RÎA Novostiyê

    © Sputnik / Vladimir Trefilov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dadgeha Herêma Hersona ya li Ûkraynayê biryar da ku Gerînendeyê Giştî yê RÎA Novostiyê yê Ûkraynayê Kiril Vişinskiy yê li Kievê hatibû desteserkirin bo du mehan were girtin.

    Parêzerê Vişinskiyê Andrey Domanskiy ji Sputnikê re diyar kir ku rojnamevanê rûs li Dadgeha Herêma Hersonî hat darizandin û sizaya 60 rojan lê hat birîn.

    Tê gotin ku dadgehê biryar da ku Vişinskiy heta 13ê Temûzê di girtîgehê de bimîne û daxwaza parêzerî ya veguherandina sizayê bo sizayeke bi şêwazeke din jî red kir.

    "HEMÛ SEDEMÊN ME YÊN HEQ HENE KU EM ÎTÎRAZÊ LI BIRYARÊ BIKIN"

    Domanskiy di vê navberê de diyar kir ku dê îtîrazê li biryarê bikin. Domanskiy got, "Hemû sedemên me yên heq hene ku em îtîrazê li biryarê bikin û betal bikin. Miwekilê min wiha difikire ku biryar siyasî ye."

    15ê Gulanê Servîsa Ewlekariya Ûkraynayê (SBU) bi zorê ketibû RÎA Novostiyê ya li Ûkraynayê û lêgerîn kiribû. Piştî wê Vişinskiyê hatibû desteserkirin û lêgerîn li mala wî jî hatibû kirin. Vişinskiyê ku him welatiyê Ûkraynayê ye û him ê Rûsyayê bi xiyaneta li welatî hatibû tawanbarkirin.

    Etîketan:
    RÎA Novostiyê, Kiril Vişinskiy, Ûkrayna, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de