14:17 23 Gulan 2018
    Gerînendeyê Giştî yê  RÎA Novostiyê Kiril Vişinskiy

    Dozgeriya Ukraynayê daxwaz kir ku rayedarê RIA Novostiyê 60 rojî di bin çavan de bimîne

    © Sputnik / Vladimir Trefilov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dozgeriya Ukraynayê ji bo Gerînendeyê Giştî yê RÎA Novostiyê Kiril Vişinskiy ku li paytexta Ukraynayê Kievê hatibû desteserkirin, daxwaz kir ku beriya danişînê 60 rojî di bin çavan de bimîne.

    Parêzerê Gerînendeyê RÎA Novostiya Ukraynaya ya ku Rossiya Segodnyaya Sputnik jî girêdayî wê ye Kiril Vışinskiy yê ku ji aliyê jî Servîsa Ewlekariyê ya Ûkraynayê(SBU) hatibû desteserkirin de daxuyaniyek da. Parêzer Domanskiy ji Spûtnîkê re axift û da zanîn ku Dozgeriya Ukraynayê derbarê muwekîlê wî Vişinskiy de daxwaz kiriye ku beriya danişînê bêyî kefalet 60 rojî di bin çavan de bimîne.

    VIŞINSKIY: HER TIŞT PLANKIRÎ YE

    Vişinskiy jî anî ziman ku her tişt plankirî ye:

    Li gorî Rossiya 24ê Vışinskiy li dadgehê gotiye, "Şêweyê pêkanîna lêpirsînê û her tişt dide xuyakirin ku, bûyer t ji berê de hatiye  plankirin. Di dema ku li mala min lêgerîn dihat kirin, berdevkekî SBUyê ragihand ku ez hatime binçavkirin."

    Hêjayî gotinê ye 15ê Gulanê Hêzên Serwîsa Ewlekariyê ya Ûkraynayê (SBU) bi zorê ketibûne nivîsgeha RIA Novostî ya li Ukraynayê û Gerînendeyê Giştê RIA Novostiyê Vişinskiy desteser kiribû û li mala wî lêgerîn kiribû.

    Vişinskiyê hemwelatiyê Ukrayna û Rûsyayê bi xiyata wetenî tê tawanbarkirin û niha bi gefa sepandina 15 sal cizayê girtîgehê rû bi rû ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Servîsa Ewlekariya Kievê bi zorê ket nivîsgeha RÎA Novostiyê
    Rûsyayê du nota dan Ûkraynayê
    'Salih Muslim ji Swêdê derket û Tirkiyeyê encam ji nota xwe negirt'
    ‘Êdi hemû tişt eşkere ye û hemû kes dizane ji bo Zerrab nota dane'
    Rûsyayê nota ji bo Amerîkayê şand
    Etîketan:
    Fişara Girtinê, Nivîsgeh, Daraz, Gerînendeyê Giştî yê RÎA Novostiyê, Kiril Vişinskiy, Ukrayna, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de