17:31 23 Gulan 2018
    Filîstîn - Îsraîl - xwepêşandan

    Di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hevdîtinên Îsraîl-Filistînê

    © REUTERS / İbrahim ebu Mustafa
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Nûnerê Vladimîr Pûtîn yê Rojhita Navîn Mihail Bogdanov bi Balyozê Tirkiyeyê yê Moskowê Huseyin Dirioz re pirsgirêka Îsraîl û Filistînê axivîn.

    Derbarê mijarê de Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê daxuyand ku Nûnerê Vladimîr Pûtîn yê Rojhita Navîn û Cîgirê Wezîrê Karê Derve Mihail Bogdanov bi Balyozê Moskowê yê Tirkiyeyê Huseyin Dirioz re li ser pirsgirêka di navbera Îsraîl û Filistînê de bi berfirehî axivîne. Hat eşkere kirin ku Rûsya di mijara statuya Qudsê de bi biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) ve girêdayî ye.

    Wezaretê bibîr xist ku hevdîtin bi daxwaza Dirioz ve pêk hatiye.

    Piştî ku roja duşemê DYAyê balyozxaneya xwe ji Tel Avivê veguhastibû Qudsê û bi merasîmek fermî vekiribû, bêgûman ev gavavêtin bo filistîniyan bû sedema protestoyan. Di çalakiyên li sînorê Xezzeyê hatin lidarxistin de 60 filistînî jiyana xwe ji dest dan, nêzî 3 hezar kes jî birîndar bibûn.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Divê Quds him bibe paytexta Filistînê him jî bibe paytexta Îsraîlê
    Rûsya: Li Sûriyê têkoşîna li hember terorê ber bi dawîbûnê ye
    Rûsya: Em li hêviya Tirkiyeyê ne ku alîkariya Idlib bibe 'herêmeke aştiyê'
    Almanya: Rûsya ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyeyê pêwîst e
    Balafirên Rûsya û Amerîkayê rûbirûyê hevdu hatin
    Rûsya: Biryara ‘vekişandina Amerîkayê ji peymana nukleerî' ya bi Îranê re xeletî ye
    Etîketan:
    balyozxane, paytext, pevçûn, şer, Mihail Bogdanov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de