07:09 26 Gulan 2018
Moskow

Bo rojnamegerên RIA Ûkraynayê yên desteserkiriî li Moskowê xwepêşandan tê lidarxistin

© REUTERS / Maxim Shemetov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Moskowê yê paytexta Rûsyayê ji bo ku berpirsê RIA Novostî yê li Ûkraynayê ji aliyê Serwîsa Ewlekariyê ya Ûkraynayê (SBU) ve hat desteserkirin, li avahiya RIA Novostiyê lêgerî hatiye kirin û rojnamegerên rûsî tên girtin, dê xwepêşandanek were lidarxistin.

Moskow ji bo piştgiriyê bide rojnamegerên Rossiya Segodnyayê, ku RIA Novostiya Ûkraynayê û Sputnik jî girêdayî wê ye, biryar da ku xwepêşandanê li dar bixe. Xwepêşandan dê sibe di saet 14.00a de were lidarxistin û li hemberî desteserkirina rojnamegeran a derhiqûqî û lêgerîna avahiya RIA Novosti ya li Ûkranyayê dê nerazîbûn were nîşandan.

Xwepêşandan dê li ber Balyozxaneya Ûkranyayê ya li Moskowê were lidarxistin û wê bi qasî 2 saetan berdewam bike. Tê payîn ku 300 kes beşdarî xwepêşandanê bibin.

Serwîsa Ewlekariyê ya Ûkraynayê (SBU) li bajarê Kievê yê paytexta Ûkraynayê bi darê zorê ketibû ofîsa RIA Novosti ya li Ûkraynayê, ku hevkarê ajansa navdewletî ya Rossiya Segodnyayê ye. Gerînendeyê Giştî yê RIA Novostiya li Ûkraynayê Kirill Vişinskiy hatibû desteserkirin.

Vişinskiy him welatiyê Ûkraynayê him jî welatiyê Rûsyayê ye û bi ‘xayintiya welêt' tê tawanbarkirin. Ji bo wî heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Ji aliyê din ve Saziya Radyo û Televîzyonê ya Dewleta Rûsyayê (VGTRK) röportaja ligel hevjîna Kirill Vişinskaya, Irina Vişinskaya weşand.

Vişinskaya ev tişt gotin, "Tekane tişta ku em derbarê Kirill de dizanin, ew niha li Hersonê ye. Di saetên serê sibehê de ji avahiyê hat girtin. Ez dizanim niha bi parêzerên xwe re li wir e. Hinek parêzerên din jî ber bi Hersonê bi rê ketin. Ez nizanim hevdîtin dê kengî be. Haya min jê tune ye. Derbarê rewşa wî ya tenduristiyê de jî nikarim tiştekî bibêjim, ji ber ku herî dawiyê roja duşemê ez pê re axivîm. Roja sêşemê di saet 10.00-10.30yî de ez lê geriyam, bersiv neda telefona xwe. Bi îhtimaleke mezin wê demê hat desteserkirin."

 

Bi heman mijarî:

Simonyan: Em ê bo rayedarê RİA Novosti Ûkraynayê têbikoşin
Rûsyayê du nota dan Ûkraynayê
Zaxarova ji Kirimê bangî Ûkraynayê kir: Em çalakiyên li dijî rojnamegerên rûsî qebûl nakin
Wezîrên G7ê: Tevgerên Rûsyayê yên li Sûriye û Ûkraynayê nayên qebûlkirin
Etîketan:
Gerînendeyê Giştî yê RIA Novoskiyê yê li Ûkraynayê, Kirill Vışinskiy, Moskow
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de