16:47 20 Gulan 2018
    Konseya Ewropayê

    Konseya Ewropa: Destwerdana Ukraynayê bo RIA Novostiyê cihê fikaran e

    © AFP 2018 / DAMIEN MEYER
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Konseya Ewropaya (KE) ragihand ku servîsa Ewlekariyê ya Ûkraynayê (SBU) bi zorê ketibû nivîsgeha RIA Novostiyê ya ku di nav Rossiya Segodnyaya Sputnik jî girêdayî wê ye de dixebite û rojnamegerê rûsî hatibû desteserkirin, ev yek cihê fikaran e.

    Platforma Ewlehiya Rojnamegeran û Parastina Rojnamegeran a Konsey Ewropaya (KE) derbarê desteserkirina rojnamegerê rûsî Vişinskiy de rêveberiya Ukraynayê hişyar kir.

    KIEV HAT HIŞYARKIRIN

    KEyê diyar kir ku bi helkefta desteserkirina rojnamegerê rûsî Kirill Vişinskiy bi rêya Federasyona Rojnamegerên Ewropî û Federasyona Rojnamegerên Navdewletî Rêveberiya Ukraynayê hatiye hişyarkirin.

    Desteserkirina rojnamegerê rûs, beriya têketina ofîsa RIA Novostiyê bi çend demjimêr berê hat kirin. KEyê derbarê dûbarekirina bûyeran û encamên wê yên derbarê azadiya çapemeniyê de dilgiraniyên xwe anîn ziman

    Alaya Rûsyayê
    © Sputnik / Kirill Kallinikov

    Peywirdarên Servîsa Ewlekariyê (SBU) ya Ûkraynayê îro sibehê li Kievê bi zorê ketin nivîsgeha RIA Novistiyê..

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Birêveberê Giştî yê Ajansa Rossiya Segodnyayê ya ku RIA Novostî û Sputnik pê ve girêdayî ne, Dmitriy Kiselevî bang kiribû ku Vişînskiy were berdan û lêpirsîna li dijî saziyên çapemeniyê yên rûsî rawestînin.

     

    Bi heman mijarî:

    Kremlin: Pûtîn û Erdogan ji mirina hejmareke zêde ya xwenîşanderên filistînî nîgeran in
    Başak Demirtaş: Êvarî mîtînga Demirtaş heye!
    Pira Kirimê beriya Pûtînî pisîka Mostîkê kontrol kir
    McGurk: Bêyî kurdan, îstiqrar ne pêkan e
    Erdoganî ji bo mijara Qûdsê telefonî Pûtînî kir
    Etîketan:
    Çapemenî, Girtin, Destwerdan, RİA Novosti, SBU, Kirill Vişinskiy, Rûsya, Ukrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de