04:33 28 Gulan 2018
Alaya Rûsyayê

Rûsyayê du nota dan Ûkraynayê

© Sputnik / Kirill Kallinikov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Grigoriy Karasinî got ku ji ber desteserkirina Gerînendeyê Giştî yê RÎA Novostiyê ya li Ûkraynayê, wan notayek ji Kievê re şandiye.

Karasin bi çapemeniya rûsî re axift û li ser pirsyara bê gelo wan têkilîdarî bûyera desteserkirinê, nota ji Kievê re şandine yan na, got ku "du nota şandine."

Herwiha rayedarê rûs diyar kir ku sedema wan du nota jî şandine, ew e ku rewş cihê nîgeraniyê ye.

Servîsa Ewlekariyê ya Ûkraynayê(SBU) bi zorê ketibû nivîsgeha RÎA Novostiyê ya ku di nav Rossiya Segodnyaya Sputnik jî girêdayî wê ye de dixebite û lêgerîn di nivîsgehê de pêk anîbû. Vışinskiy jî hatibû desteserkirin. Berdevka Çapemeniyê ya SBUyê Yelena Gitlyanskayê îdîa kir ku hêzên ewlekariyê tesbît kiriye ku saziyên çapemeniyê yên Rûsyayê şerekî enformasyona hîbrît li dijî Ûkraynayê dimeşînin.

Bi heman mijarî:

Poroşenko Trump vexwend Ûkraynayê
Wezareta Parastin a Rûsyayê bangî ataşeyê Ûkraynayê kir
Haya Pûtîn ji planên Ûkraynayê heye
Rûsya di rewşa metirsiyê de dikare moşekên Ûkraynayê bixînê
Sokolov: Tetbîqeta Ûkraynayê divê ji aliyê ICAOyê ve were analîzkirin
'NATO ji bo endamtiya Ûkraynayê tu hincetê nabîne'
Etîketan:
SBU, Yelena Gitlyanskay, Grigoriy Karasin, Ûkrayna, Kiev, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de