08:06 25 Gulan 2018
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: Keştiyên şer ên rûsî li Deryaya Spî dê bênavber nobetê bigirin

    © Sputnik / Aleksandr Astafyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku ji ber tehdîda terorê ya li Sûriyeyê keştiyên şer ên rûsî ku bi moşekên Kalîbr hatine arastekirin dê li Deryaya Spî 24 saet bênavber nobetê bigirin.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn di cîvina berhemhênana leşkerî ya li Soçiyê axivî, "Ji ber ku fişara terora navdewletî ya li Sûriyê dewam dike, keştiyên me yên ku bi moşekên Kalibr hatine arestekirin, li Deryaya Spî dê 24 saet bênavber nobetê bigirin."

    ‘HÊZÊN DERYAYÎ YÊN RÛSYAYÊ HEBÛNA XWE BERFIREH KIR'

    Pûtîn bal kişande ser wê yekê ku di van demên dawiyê de hebûna hêzên deryayî yên rûsî li bakurê Atlantîkê û Asya-Pasîfîkê bi awayekî berbiçav zêde bûye.

    Serokê rûsî Pûtînî amajê pê kir xurtkirina hêzên deryayî yên rûsî, bo amadekariyên bergiriyê û bo bandora welêt û dabînkirina aborîyê û wekheviya stratejîk gelek girîng e.

    ‘JI BO BERGIRIYÊ EM DÊ NUKLEERIYA HÊZÊN DERYAYÎ ZÊDE BIKIN'

    Di vê navberê de Serokê rûsî diyar kir ku ji bo rola bergiriyê dê nukleeriya hêzên deryayî were zêdekirin û zexmtirkirin.

    Pûtîn herwiha da xuyakirin li ser vî esasî dê hêzên deryayî bi nûtirîn çek, îrtîbat, îstîxbarat û pergalên tesbîtkirina hedefan were arastekirin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Çekên nû derfetên Rûsyayê yên ewlekarî û hevsengiyê qat bi qat zêdetir dikin
    Beramberîkirina lîmûzîna Pûtîn ‘Aurus Senat’ û ‘Cenewar’a Trump
    Pira Kirimê ji aliyê Pûtîn ve hat vekirin
    Pûtîn û Paşinyan li bajarê Soçiyê hevdîtin pêk anîn
    ‘Dibe ku civîna Pûtîn, Erdogan û Rûhanî meha Tebaxê an jî Îlonê pêk were'
    Etîketan:
    Hêzên Deryayî yên rûsî, Vladimîr Pûtîn, Asya-Pasîfîk, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de