20:51 20 Gulan 2018
    Mariya Zaxarova

    Rûsya: Divê Quds him bibe paytexta Filistînê him jî bibe paytexta Îsraîlê

    © Sputnik / Sergey Pyatakov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova got, li gorî helwesta Moskowê Quds divê him bibe paytexta Filistînê him jî bibe paytexta Îsraîlê.

    Mariya Zaxarova li bajarê Kerçê li ser pira di navbera Rûsya û Kirimê de civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane li dar xist û li ser veguhastina balyozxaneya Amerîkayê ya ji bo Qudsê axivî.

    Zaxarova anî ziman ku helwesta Rûsyayê ya derbarê Qudsê de negeriye û got, "Ew bajar divê him bibe paytexta Filistînê him jî bibe paytexta Îsraîlê û divê ji bo bawermendên her sê olan vekirî be."

    'JI BO STAUYA TALÎ DIVÊ ALÎ BIRYARÊ BIDIN'

    Zaxarova destnîşan kir ku biryara li ser statuya talî ya Qudsê divê bi rêya diyalogê ji aliyê aliyan ve were dayîn.

    Zaxarova ev tişt anîn ziman, "Rûsya dê helwesta xwe ya li ser esasê diyalogê bidomîne. Ji bo bidawîbûna tundiyê divê li ser binegha biryarên Konseya Ewlekariyê ya NY, Lijneya Giştî ya NY û Înisiyatîfa Aşitiyê ya Ereban di demeke nêzîk de pêvajoya mizakereyê ya berfireh û biencam were destpêkirin."

    'DIVÊ CIVAKA NAVDEWLETÎ JI BO CÎHANEKE BI EDALET BIXEBITE'

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bal kişand ser rola civaka navdewletî û got, ji bo pêkhatina çareseriyê ya dudewletî civaka navdewletî divê gavên yekalî yên li ber şert û mercên pêwîst dibin asteng, neavêje û divê ji bo cîhaneke ku bi awayekî demdirêj berjewendiyên filistîniyan û îsraîliyan li ber çavan digirin, hewl bidin.

    RÛSYA PABENDIYA XWE YA JI BO BIRYARÊN NY DIPARÊZE

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di Nîsana 2017a de bi daxuyaniyekê ev tişt gotibûn, " Em pabendiya xwe ya ji bo biryarên Neteweyên Yekbûyî yên ku Qudsa Rojhilat wekî paytexta dewleta Filistînê dibinin, piştrast dikin. Ligel vê yeke divê em diyar bikin ku em Qudsa Rojava jî wekî paytexta Îsraîlê dinasin."

    Rêveberiya Îsraîlê di Hezîrana 2017a de pêşniyar li Rûsyayê kiribû ku balyozxaneya xwe vaguhêze Qudsê lê Moskowê gotibû, heta k udi navbera Filistîn û Îsraîlê de peywendî neye dayîn, ew ê gaveke wisa neavêje.

    Bi heman mijarî:

    'Ti wateya ku Tirkiye bi Îsraîlê re danûstendinê bike tune ye'
    Pêşniyara betalkirina peymanên bi Îsraîlê re ji aliyê AK Partiyê ve hat redkirin
    PKK li dijî Îsraîlê daxuyanî da
    Îsraîlê xwest ku balyozê Tirkiyê yê li Qûdsê biçe welatê xwe
    Di navbera artêşa Îsraîlê û çalakvanên filistînî de cardin şer rû da
    Etîketan:
    paytext, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de