17:04 26 Gulan 2018
Pergala parastina hewayî S-400

‘Li cihanê reqîbê sîstema S-400î tuneye'

© Sputnik / Paul GYPTEAU
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Malpera înternetê eastday.com ku li Çînê weşanê dike ragihand ku li cihanê reqîbê sîstema parastina moşeka S-400î tuneye.

Di gotareke eastday.comê de pergala parastina moşekên hewayî S-400 yên Rûsyayê li cihanê bêreqîb nîşan da û ragihand ku qepasîteya S-400î zêdeye û di carekê de dikare gelek moşekan bi ser dijmin de bibarîne û menzîla moşekên 40N6E (400 kîlometro), 48N6 (250 kîlometro), 9M96E2 (120 kîlometro) û 9M96M (40 kîlometro) wek mînak nîşanda.

Malpera çînî di berdewamiya gotara xwe de dibêje: "Sîstema parastina hewayî ya Patrîota Amerîkayê tenê moşekan 96 kîlometroyan dipekîne, S-400ên rûsî dikarin mudaxeleya balafirên xeyalet ên F-22 û F-35an jî bikin. Herwiha S-400 dikare mudaxeleya moşekên balîstîk jî bike. Di wê qadê de pêşketina Rûsyayê pir hêja ye. Li cihanê reqîbekî din ê S-400î tuneye."

Bi heman mijarî:

Rûsya: Peymana di navbera me û Tirkiyê ya li ser moşekên S-400 herdu aliyan jî memnûn kir
Moşekên S-400 ji bo Amerîka çima pêximker in?
'Em jê bifikar in ku sîstemên S-400 û yên NATOyê lihev nekin'
RBK: Rûsya dixwaze heba moşekên S-400, bi 500 milyon dolaran bide Tirkiye
Amerîka: 'S-400 dê bibe sedema sepandina dorpêçan, werin em ji bo alternatîvê bixebitin'
Etîketan:
Reqîbê sîstema S-400î tuneye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de