20:53 20 Gulan 2018
    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Zaxarova ji Kirimê bangî Ûkraynayê kir: Em çalakiyên li dijî rojnamegerên rûsî qebûl nakin

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ji bo lêgerîna hêzên ewlekariya Ûkraynayê ya ji bo ofîsa RIA Novosti ya li Kievê û çalakiyên wan ên li dijî rojnamegerên rûsî got, em vê yekê qebûl nakin. Zaxarova bang li Kievê kir ku tevgerên xwe yên kêfî yên li hemberî rojnamegeran bi dawî bikin.

    Serwîsa Ewlekariyê ya Ûkraynayê (SBU) li Kievê bi darê zorê ketibû ofîsa RIA Novostiyê ya li Ûkraynayê. RIA Novosti, ajansa nûçeyên navdewletî ya Rossiya Segodnyayêy, ku Sputnik jî bi ser ve ye, di nav xwe de dihewîne.

    Zaxarova li bajarê Kerçê yê ku pira di navbera Rûsya û Kirimê de lê tê avakirin, civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane li dar xist û di civînê de got, "Rayedarên Ûkraynayê li hemberî nûnerên saziyên çapemeniyê yên rûsî û yên din çalakiyên matmayî bi rêve dibin. Em bi awayekî bibiryar li hemberî lêgerînê li ofîsa Rossiya Segognyayê derdikevin."

    'MAFÊN ROJNAMEGERAN TÊN BINPÊKIRIN'

    Zaxarova destnîşan kir ku ji bo berdana rêveberê RIA Novosti yê li Ûkraynayê Kirill Vişinskiy ew ê her hewldanê bidin.

    Zaxarova got, "Em ji ber ku li Ûkraynayê mafên rojnamegeran tên binpêkirin, hêrsa xwe tînin ziman û em bang li Kievê dikin ku bi bihaneya têkoşîna li dijî şerê propagandayê bila li hemberî rojnamegeran bi awayekî kêfî tevnegere."

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin duhî li bajarê Kerçê beşa rêya otoyê ya 'Pira Kirimê' ya di navbera Rûsya û Kirimê de vekiribû.

    Bi heman mijarî:

    Pira Kirimê ji aliyê Pûtîn ve hat vekirin
    Wêneyên ji konsera di çarçoveya salvegera Kirimê ku bi Rûsyayê ve hat girêdan
    Putin diçe serdana Kirimê
    Li deverên Kirimê firokeyên sîxuriyê yên Amerîkayê hatin dîtin
    Etîketan:
    rojnameger, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Rûsya, Kirim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de