14:17 23 Gulan 2018
    Kompleksên veguhestinê û berdanê RS-24 `Yars`

    Putin: Ji bo artêşa Rûsyayê dê îsal pergalên nû yên moşekan werin peydakirin

    © Sputnik / Host Photo Agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin got, 14 lîwayên moşekan ên artêşa Rûsyayê îsal di çarçoveya xebatên modernîzekirinê de li şûna pergalên moşekan ên Topolê dê bibin xwediyê pergalên moşekan ên Yarsê.

    Putin li bajarê Soçiyê yê Rûsyayê bi rayedarên wezareta parastinê re civiya û di wê civînê de anî ziman ku di çarçoveya bernameya xebatên modernîzekirinê ya artêşê de heta sala 2020a ji bo 14 lîwayên moşekan li şûna pergalên moşekan ên Topolê dê pergalên moşekan ên Yarsê werin peydakirin.

    Putin anî ziman ku di nava vê salê de balafirên moşekhilgir ên modernîzekirî jî dê li artêşê werin zêdekirin û got, "Ji bo beşa hewayî ya koma me ya nukleerê dê balafirên bombebaranê yên moşekhilgir ên Tu-95MS û Tu-160 werin zêdekirin."

    Putin destnîşan kir ku di balafiran de moşekên krûz ên menzîldirêj ên modernîzekirî Kh-101 û Kh-102 jî dê cih bigirin û got, rayedarên parastinê ji bo midaxelekirina hedefên li fezayê divê pergalên parastinê yên moşekên S-500 bi pêş bixin.

    Putin herwisa derbirî ku artêşa Rûsyayê tankên Armatayê jî di nav de, dê bibe xwediyê gelek wesayitên nû yên bi zirxî jî.

    Bi heman mijarî:

    Putin û Macron hevdîtin pêk anî
    Putin: Haya me jê heye ku şer tiştekî cidî ye, aşitî jî tiştekî hesas e
    Macron: Ez dixwazim diyalogeke dîrokî ligel Putin deynim
    Moşekên ku Putin gotibû 'têk naçin', li balafiran hatin barkirin
    Etîketan:
    pergalên nû yên moşekan, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimir Putin, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de