17:06 26 Gulan 2018
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn 7ê Gulanê ji bo merasîma seroktiyê bi lîmûzîna xwe ya nû ya xwemalî ‘Aurus Senat’ derbasî holê bû.

Beramberîkirina lîmûzîna Pûtîn ‘Aurus Senat’ û ‘Cenewar’a Trump

© Sputnik / Vitaliy Belousov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn 7ê Gulanê ji bo merasîma seroktiyê bi lîmûzîna xwe ya nû ya xwemalî ‘Aurus Senat’ derbasî holê bû.

Spûtnîkê lîmûzîna nû ya Pûtîn û ya Serokê Amerîkayê Donald Trump ‘Cenewar' beramberî hev kir.

Pûtîn bi lîmûzîna xwe ya ku di çarçoveya projeya Kortej de hatiye hilberandin û her tiştê wê nepen e, siwar bû û hat hola merasîmê.

Piştre jî lîmûzîna Pûtîn li kolanên Moskowê jî hat dîtin. Lîmûzîna ‘Aurus Senat' bi latînî ji peyvên ‘zêr', ‘Aurum û Rûs' hatiye binavkirin ku di sala 2012an de dest bi çêkirina kirine.

Muadila wê lîmûzînê jî ya bi navê ‘Cenewar' a Trump e ku ji aliyê kompaniya Chrysler ve hatiye hilberandin.

Senat û Cenewar xwedî taybetmendiyên gelekî ji hev cuda ne. Di Aurus Senatê de ji bo ewlekariya rêwiyan her tişt hatiye fikirîn û otomobîl bêyî ti ziyanekê bibîne dikare demeke dirêj di nav avê de bimîne. Herwiha gelek taybetmendiyên teknîkî yên Aurus Senatê hene ku bi 190 km lezê dikare 1900 kîloyan hilgire.

Li gor Cenewarê hem kêmtir sotemeniyê xerc dike hem siviktir e hem jî 20 cm ji erdê bilind e.

Sêwirînerên Aurus Senatê bi vê taybetmendiyê xwestine wesayîta meqamê di rê de asê nemîne ku li dema seroktiya Obama ya Amerîkayê wesayîta wî ji ber nizmbûnê li ser kaşekî asê mabû.

Di çarçoveya projeya 'Kortej'ê de ji xeynî ‘Aurus Senat'ê bi navên ‘Kommendant' û ‘Arsenal' du wesayîtên din jî hatin pêşxistin. Dê otomobîlên Aurus li pêşengeha Moskowê ya meha Tebaxê werin pêşandan.

 

Bi heman mijarî:

Îran: Vekişîna Amerîkayê ji peymana nukleerî dê bandorê li hevkariya Moskowa-Tehranê neke
Li Hewlêrê li dijî encamên hilbijartinan xwepêşandanek hat lidarxistin
Rûsya: Li Sûriyê têkoşîna li hember terorê ber bi dawîbûnê ye
Lavrov: Dê encamên nebaş ji biryara nukleerî ya Amerîkayê derkevin
Erdoganî bersiva Netanyahûyî da: Serokwezîrê dewleteke apartheîd î
Amerîkayê mueyide li ser Serokê Bankaya Navendî ya Îranê sepand
Hunermend û siyasetmedar Aydinlar hat girtin
Etîketan:
Lîmuzîn, Aurus Senat, Donald Trump, Trump, Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de