04:27 28 Gulan 2018
Wezîrê Karê Derve Yê Rûsyayê Sergey Lavrov

Lavrov: Dê encamên nebaş ji biryara nukleerî ya Amerîkayê derkevin

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku vekişandina Amerîkayê ji peymana nukleerî ku di navbera Amerîka û Îranê de hatibû morkirin dê encamên ji Îranê û peymanê derbastir bike derkeve holê.

Lavrov, bi hevkarê xwe yê filipînî Alan Peter Cayetanore li Moskowê civîna çapameniyê li dar xist û derbarê biryara vekişandina ji peymana nuklerî yê Trump de axivî û diyar kir ku Amerîka zeftên mezin li peymana nukleerî ya di navbera welatên P5+1 û Îranê dike.

Wezîrê rûsî da zanîn ku em dibînin Amerîka dê zeftan li welatên ku ji peymana nuklerî venekişîne dike. Amerîka di serî de kirîna petrolê û hin mijarên din de bazirganiyê rawestanîne, ultîmatom da. Behsa demeke 60-90 rojan dikin. Ev zefteke mezin e

Lavrov got ku partnerên Yekîtiya Ewropayê di mijara bazirganî û aboriya bi Îranê re girêdayê Amerîkayê nemînin hin gavan diavêjin.

Bi heman mijarî:

Ryabkov: Niyeta Trump tune ku ji biryarên xwe yên peymana nukleerî vegere
Di navbera artêşa Îsraîlê û çalakvanên filistînî de cardin şer rû da
Rûsya: Em li hêviya Tirkiyeyê ne ku alîkariya Idlib bibe 'herêmeke aştiyê'
Tirkiye bangî balyozê Îsraîlê yê li Enqerê kir û jê xwest ku biçe welatê xwe
Etîketan:
nukleer, encam, Sergey Lavrov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de