17:34 23 Gulan 2018
    Hevdîtinên Astana yên bo aştiya Sûriyê

    Rûsya: Li Sûriyê têkoşîna li hember terorê ber bi dawîbûnê ye

    © AFP 2018 / STANISLAV FILIPPOV
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê taybet ê Sûriyeyê yê Serokê Dewleta Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev da zanîn ku li Sûriyeyê di mijara têkoşîna li hember terorê de ber bi dawîbûnê hatine.

    Lavrentyev li payîtextê Qazaxistanê Astanayê di derbarê rewşa Sûriyê de got ku "eger em bi kurtasî behsa rewşa Sûriyeyê bikin, di operasyonên ku li hember terorîstan dimeşînin ber bi dawîbûnê hatin, qismeke mezin ya Sûriyeyê ji terorîstan hat paqijkirin. Lê belê helbet lazim e ku Sûriye ji nûve bê avakirin."

    Lavrentyev di dewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku: Ji bo ku terorîst bi temamî ji Sûriyê bên pakijkirin hevkarî lazim e. Li hember terorîzmê divê bi kordîne têkoşîn bê kirin, Tirkiye, Rûsya, Îran, Amerîka bi serê xwe nikarin li hember terorîzmê bi ser bikevin.

    Bi heman mijarî:

    Brîtanya: Opozîsyona Sûriyê amade ye bê şert û merc bi Sûriye û Rûsyayê re rûne
    Leşkerên Rûsya, Sûriye û Îran li pêy serokê DAIŞê Bexdadî ne
    Pentagonê hejmara leşkerên xwe yên li Sûriye û Iraqê eşkere kir
    Xaça Sor: Em metirsîdar in ku li Sûriye li qadên bi bandor şerên çekdarî pêk bên
    Etîketan:
    rûsya, Sûriye, Astana
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de