18:10 21 Gulan 2018
    Sergey Ryabkov

    Ryabkov: Niyeta Trump tune ku ji biryarên xwe yên peymana nukleerî vegere

    © Sputnik / Valeriy Melnikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov got ku "niyeta Amerîkayê ya ku ji biryarên xwe yê peymana nukleerî vegere tune ye."

    Ryabkov li kilûba Valday di derbarê biryara Amerîkayê ya li ser peymana nukleerî axivî. Li gorî dîtina me Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump nîyeta wî tune ye ku ji biryarên xwe yên vekişandina peymana nukleerî vegere.

    Ryabkov di dewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Rûsya amade ye ku bi Îran û Çînê re hevkariyê bike. Ryabkov got ku em lê dixebitin ku peman dewam bike lê eger hewlên Saziya parastina Peymanên Nukleerî JCPOA jî encam nede peyman wê têk biçe û bi dawî be. Ev jî di çarçoveya xebatên pêşîlêgritina çekên kîmyewî de muhim e û divê têk neçe.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Biryara ‘vekişandina Amerîkayê ji peymana nukleerî' ya bi Îranê re xeletî ye
    Wezareta Rûsyayê: Li hin welatan ceribandinên çekên nukleerî tên veşartin
    Çîn ji bo parastina peymana nukleerî amade ye ku tiştê ji dest were bike
    Erebistana Siûdî: Heke Îran li bernameya nukleerî vegere, em ê jî çekên nukleerî bistînin
    Etîketan:
    Îran, amerîka, nukleeri, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de