04:26 28 Gulan 2018
Nûnerê Taybet ê Serokatiya Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev

Rûsya: Em li hêviya Tirkiyeyê ne ku alîkariya Idlib bibe 'herêmeke aştiyê'

© AP Photo / Sergey Grits
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnerê Taybet ê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bo Sûriyeyê û Sermuzakerekarê Rûsyayê yê di civînên Astanayê de Aleksandr Lavrentyevî got, em li bendê ne ku Tirkiye alîkariyê bike da ku istiqrar li herêma Idlibê çêbibe û şer di navbera hikûmet û komên çekdar ên dijber de çênebe.

Lavrentyev piştî bi dawîbûna gotûbêjên 9em ên aştiyê yên Sûriyeyê yên li Astanaya paytextê Kazaxistanê bi rê ve diçin, li ser rola Tirkiyeyê ya li Idlibê axift.

Tirkiye yek ji her sê dewletên garantor ên pêvajoya Astanayê ye.

Rayedarê rûs got, "eger em werin ser herêma kêmkirina rageşiyê ya li Idlibê, em li hêviya alîkariya hevkarên xwe yên tirk in ku wan xwe daye ber dabînkirina aramî û istiqrarê li herêmê" û wiha dewam kir: Tiştê herî giring ew e, milîtanên aştî bi kikûmetê re çênekiriye jî di nav wan de ne, rê li ber şerên nû di navbera hikûmet û dijberan de were girtin."

"XALÊN ÇAVDÊRIYÊ YÊN LEŞKERÊN TIRK DÊ WERIN DAMEZIRANDIN"

Nûnerê Taybet ê rûs wiha dewam kir: Em wiha difikirin ku (Li Idlibê) bicîkirina çavdêrên tirk li xalên çavdêriyê, dê rê li ber wan çalakiyan bigire yên ku bi armancên provokasyon an jî êrîşkariyê li dijî hikûmetê tên kirin. Di demeke nêzîk de dê 12 xalên çavdêriyê li herêma kêmkirina rageşiyê yên li seranserê sînorî werin damezirandin ku leşkerên tirk dê peywira xwe li wir bikin."

Bi heman mijarî:

Lavrentyev: Reşnivîsa destûra ku pisporên rûsî amade kirine me radestî muxalifên sûrî kir
Lavrentyev: Em hêvî dikin Tirkiye di qonaxa bê de li ser asteke bilindtir were temsîlkirin
Lavrentyev: Li Astanayê peymana herêmên kêmkirina rageşîyê nehat îmzekirin
Lavrentyev: Rûsya, Tirkiye û Îran dê kontrola herêmên li Idlibê bikin
Esad li Şamê li gel Lavrentyev, nûnerê taybet ê Pûtîn civiya
Lavrentyev: Dibe Kongreya Gelan a Sûriyeyê li Rûsyayê bê lidarxistin
Etîketan:
Aleksandr Lavrentyev, Idlib, Tirkiye, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de