08:12 25 Gulan 2018
    Vladîmîr Pûtîn û Emmanuel Macron

    Putin û Macron hevdîtin pêk anî

    © Sputnik / Alexey Nikolsky
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî daxuyaniya Kremlînê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron îro bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anî û her du aliyan peymana nukleerê ya Îranê, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump piştgiriya xwe jê vekişandibû, û rewşa li Sûriyeyê nirxandin. Putin ji bo êrîşa terorê ya li Parisê jî sersaxî xwest.

    Di daxuyaniya Kremlînê de hat diyarkirin ku Putin û Macron îro bi rêya telefonê hevdîtin pêk aniye. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, "Vladimir Putin û Emmanuel Macron bi taybetî bal kişand ser rewşa ku piştî vekişîna Amerîkayê ji peymana nukleerê dijwartir bû. Aliyan pabendiya Rûsya û Fransayê ya ji bo sepandina peymanê piştrast kir."

    Li gorî daxuyaniyê di rojeva aliyan de rewşa li Sûriyeyê jî hebû.

    Putin ji bo êrîşa terorê ya ku li Parîsê pêk hat û herî kêm bû sedema mirinê ya 2 kesan jî sersaxî ji Macro re xwest.

    Macron hefteya pêşiya me dê beşdarî Forûma Aboriyê ya Navdewletiya St. Petersburgê ya li Rûsyayê bibe.

    Bi heman mijarî:

    Moşekên ku Putin gotibû 'têk naçin', li balafiran hatin barkirin
    Putin di 3yê Gulanê de ji bo Kûpaya Cîhanê ya Fitbolê civînekê li dar dixe
    Macron: Ez dixwazim diyalogeke dîrokî ligel Putin deynim
    Etîketan:
    Serokomarê Fransayê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Kremlîn, Emmanuel Macron, Vladimir Putin, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de