11:17 24 Gulan 2018
    Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî

    ‘Dibe ku civîna Pûtîn, Erdogan û Rûhanî meha Tebaxê an jî Îlonê pêk were'

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê taybet ê Sûriyeyê yê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û gotûbejê Rûsya yê hevdîtinan Aleksandr Lavrentyev derbarê hevdîtina sê alî ya dahatuyê hêj diyar nebûye lê dibe ku serolên Rûsya, Tirkiye û Îranê daiya meha Tebaxê an jî Îlonê pêk were.

    Aleksandr Lavrentyev di civîna ku di çarçoveya hevdîtinên Astana-9ê de ji rojnamegeran re axivî û derbarê civîna dahatuyê ya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî de daxuyanî da.

    Lavrentyev got "Derbarê civîna li Îranê de ez dê tarîxeke teqez eşkere nekim. Lewra dê di meha Hezîranê de li Enqerê komxebata civînê pêk were. Paşê jî di meha Tîrmehê de li Soçiyê di navbera nûnerên payebilind de hevdîtin pêk bên. Ji ber hindê dibe ku civîna serokan di dawiya meha Tebaxê de an jî di meha Îlonê de pêk were."

    Her sê welatên garantor ên girêbesta Sûriyê, Rûsya, Tirkiye û Îranê beriya niha 2 caran civiyabûn. Serokên ku li Moskowa û Enqerê civiyabûn, biryar dabûn ku hevdîtina dahatuyê li paytexta Îranê Tehranê birêve biçe.

    Bi heman mijarî:

    'Dê Pûtîn Erdogan û Rûhanî tevdîrên reforma destûra bingehîn a Sûriyeyê binirxînin'
    Lavrov: Pûtîn, Erdogan û Rûhanî dê sepandina peymanên Astanayê gotûbêj bikin
    Peskov: Ji bo civîna Pûtîn-Erdogan-Rûhanî amadekarî têne kirin
    Pûtîn, Erdogan û Rûhanî li meha Nîsanê li Stenbolê dicivin
    Daxuyaniya Pûtîn, Rûhanî û Erdogan wekî belgeya fermî ya KENYê hat weşandin
    Dijberiya Sûriyeyê derbarê civîna Pûtîn Erdogan û Rûhanî de daxuyanî da
    Etîketan:
    Civîn, Rûhanî, Pûtîn, Erdogan, Tehran, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de